Qeşa Thwaîtesê dibe ku ji texmînan zûtir bihele

Hişyarî hate dayin ku qeşa mezin a bi navê Thwaîtes a li parzemîna Antarktîkayê dibe ku ji texmînan zûtir bihele.

Qeşa Thwaîtesê ku 192 hezar kîlometreçargoşe ye, bi rêjeya 4 ji sedî ji bilindbûna ava deryayê berpirsyar tê dîtin. Lêkolînên li ser vê qeşayê hatin kirin fikar zêde kirin. Li gorî karekî hevpar ê zanyarên Îngiliz û Emerîkî, germahiya hewayê ya li qada helandinê ya navbera qeşa û deryayê 2 derece ye. Ev yek fikarên li ser helîna qeşayê zêde dike.

Qeşayên li herêmên cemserên bakur û başûr ku ji ber germahiya global dihelin, dibin sedem ku ava li okyanûsan bilind bibe. Eger qeşa Thwaîtesê bi temamî bihele wê ava li okyanûsên tevahiya cîhanê bi 65 santîmetreyî bilind bibe.