Xetereya kîmyewî ya di çandiniyê de

Parlementerê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran bal kişand ser bikaranîna dermanên çandiniyê û got ku “Ev ne derman e, jehr e. Em li dijî bikaranîna van jehran in.”

Greenpeaceyê ji 5 marketên mezin ên Tirkiyeyê û bazarekê firîngî, îsot û xiyar analîz kiribû. Di van analîzan de pestîsît derketibû holê. Hate diyarkirin ku ji 15,6’ê mînakan de pestîsîta li dijî qanûnan hatiye tespîtkirin.

RÛSYAYÊ BI TONAN XUREK VEGERAND

Dema ku encamên vê lêkolînê hate diyarkirin Rûsyayê bi tonan mirîşk û mandalîna îadeyî Tirkiyeyê kir. Rûsyayê berê jî hin xurek vegerandibû Tirkiyeyê. Li gorî Ajansa Kontrolê ya Berhemên Çandiniyê ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor) di Hezîrana 2019’an denehiştine 50.906 ton firîngî têkeve Rûsyayê. Di heman demê de 370 ton mandalîna jî ji Rûsyayê hatibû vegerandin.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê diyar dike ku ev derman ji bo mirovan ne baş e. Di 100 cureyên pestîsîtê de rêjeyeke zêde ya jehrê heye.

HDP LI DIJÎ JEHRÊN ÇANDINIYÊ YE

Parlementerê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran diyar kir ku li Tirkiyeyê bikaranîna dermanên çandiniyê nayê kontrolkirin û got ku “Ev ne derman e, ev jehr e.  Divê bikaranîna van tiştan were kontrolkirin.Em HDP em li dijî bikaranîna van jehrên çandiniyê ne. Me berê jî ev tişt anîbû rojeva meclîsê lê ev tişt ne li xema desthilatdariyê ye. Di vir de cotkar bi tenê tên hiştin. Cotkar jî dibêjin qey ew çiqasî dermanan bi kar bîne, wê ewqasî baş be. Lê rewş berevajî ye. Her sal divê ev dermanê kîmyewî zêdetir were bikaranîn. Ji ber ku êdî ax hînî vî dermanê kîmyewî dibe. Penceşêr di serî de ev derman rê li ber nexweşiyên din vedike.”