CÎK'ê ji bo erdhejzedeyên li Xarpêtê dest bi kampanyayê kir

CÎK'ê ji bo erdhejzedeyên li Xarpêtê dest bi kampanya alîkariyê kir.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Xweşik û birayên me yên bawermend, li gorî baweriya xwe em mecbûr in ku alîkariyê bidin mirovên ji ber afetê neçar mane. Ji ber erdheja ku li welatê me bi temamî bû sedema erdhejê li Xarpêt û Meletiyê mirovan jiyana xwe ji dest dan û gelek xanî hilweşiyan. Bi hezaran mirovên me mexd^r bûn.

Malên wan xera bûn, eşyayên wan di binê xirbeyan de man, mirov birîndar bûn û wefat kirin. Ji ber vê yekê divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe. Ev yek emrê Xwedê ye ji bo me. Bi navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê em neçar in vê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Hem dost û hevalên me hem jî civata me divê ji dil û can tevlî vê kampanya me ya alîkariyê bibin û destê xwe yê alîkariyê dirêjî van mirovên me bikin.

Alîkariya ku bê komkirin wê bi kontrola maliyeya me ya navendî li mexdûran bên belavkirin.

Divê ti mizgeft û wezîfedarên me bi tena serê xwe van alîkariyan neşînin. Alîkarî hemû wê bi navbeynkariya navenda me bigihêjin mexdûran.

Ji bo Xwedê em alîkariya mirovên xwe bikin!

Ji bo Xwedê em xwedî li mexdûrên erdhejê derkevin!

Alîkarî wê li mizgeft û nûnertiyên me bi berdêla fîşan bên komkirin.

SPARKASSE DORTMUND

IBAN: DE85440501990131023383”