Koordînasyona Heskîfê: Banga dawî!

Koordînasyona Heskîfê diyar kir ku ava li bendavê digewime her tiştî dide ber xwe û bang li hunermend, rêxistinên civakî yên sivîl û raya giştî kir.

Koordînasyona Heskîfê li ser Heskîfa 12 hezar salî ku wê ji ber Bendava Ilisû di nava avê de bimîne, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Civîn li avahiya Odeya Endezyarên Makîneyê ya TMMOB'ê ya li Stenbolê hate dayin. Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Zuleyha Gulum û endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû beşdarî civînê bûn.

Bi navê Koordînasyona Heskîfê Beyza Ustun daxuyanî xwend.

'HER TIŞTÎ DIBE BER XWE'

Di daxuyaniyê de ku bi sernavê "Ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê banga dawî" li ser rewşa dawî agahî hatin dayin.

Bang li hunermend, rêxistinên civakî yên sivîl û raya giştî hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Av li bendavê digewime, her tiştî dide ber xwe. Ev bendav ew bendav e ku wê heta dawiyê her tiştên bikeve ber tine bike. Ji ber vê yekê em bang li rayedaran dikin. Hîn derfet hene ku ji vê şaşitiyê vegerin. Ev projeya hilweşandinê divê tavilê bê rawestandin, devê bendavê bi kontrol bê vekirin û gola wê bê valakirin. Divê Çemê Dîcleyê azad biherike, Heskîf a kevnare bê parastin."