'Hikûmet bi polîtîkayên bazirganiyê nêzî xwezaya Kurdistanê dibe'

Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli diyar kir ku Çemê Dîcleyê û Baxçeyê Hevselê hev xwedî dikin û got: "Hikûmet bi polîtîkayên hişmendiya bazirganiyê nêzî Baxçeyê Hevsel û Çemê Dîcleyê dibe."

Bi hezaran sal e Baxçeyên Hevsela Amedê giyan dide derdora xwe. Li rexek Hevselê, Çemê Dîcle diherike û li rexekî wê jî bedenên Sûra Amedê hene. Navbera Dîcle û bedenên Sûrê bihûştek şînahiyê heye. Lê bêlê hikûmeta AKP’ê çavê xwe berdaye vê bihûştê û xwezaya Kurdistanê pêşkêşî sermayeyê kiriye û polîtîkayên xwe yên talankirina xwezayê didomîne.

Çemê Dîcle ku malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye, yek ji wan qurbaniyan e ku AKP'ê çav berdayê. Çemê Dîcleyê ku gelek Santralên Hîdro Elektrîk (HES), gol û ocaxên xîzê li ser hatine çêkirin, ji ber polîtîkayên şaş ên çandiniyê hindik maye ku ziwa bibe. Rêjeya ava çem daketiye asta herî nizm a 30 salên dawî, lewma gelek zindiyên li nava çem li ber mirinê ne. Bi santrala enerjiyê ya ku niha tê xwestin li ser çem bê çêkirin, tevî Bexçeyên Hewselê ku di nava Mîrateya Çanda Cîhanê (UNESCO) de cih digire gelek cih di binê avê de wê bên hiştin. Ji ber ku kêmbûna avê li qadeke ji 60 kîlometreyî Çemê Dîcle weke 'bê nav', 'bê pênase' ya jî 'rûbar' li qeydên fermî cih digire.

‘DAR BIRÎN Û RÊ QÎR KIRIN’

Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli der barê texrîbatên li ser Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcle ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku Baxçeyên Hewselê xwedî dîrokek 8 hezar sal e û tê gotin xwedî dîrokek kevnartire. Işikli da zanîn ku bi hezaran sal e Baxçeyên Hevsela Amedê giyan dide derdora xwe û wiha axivî: “Li rexek Hevselê, Çemê Dîcle diherike û li rexekî wê jî bedenên Sûra Amedê hene. Gelek coreyên çûkan û endamîk di Baxçeyên Hevselê de hene. Baxçeyên Hevselê yên Sûra Amedê ku di sala 2015’an de ji aliyê UNESCO’yê ve wek Mîrateya Cîhanê hat ragihandin. Lê belê di sala 2016’an de dibîn navê ‘Projeya Taybet’ gelek darên baxçe hatin birîn. Li ser êrîşên li ser Baxçeyên Hevselê xweza hezan di nava baxçe de dest bi nobetê kir û çalakî li darxistin. Bi van çalakiyan kêm jî be pêşî lê hate girtin. Ev projeya ku di sala 2016’an de veşartî hate kirin û di sala 2017’an de bi çêkirina kafeyan û birîna daran cihê xwe di rojevê de girt. Bi birîna daran û çêkirina kafeyan re, rê qîr kirin û beton rijandin li ser şînahiyê. Eger pêşiya vê neyê girtin dibe di demên pêş de avahiyên ji bo malan jî di Baxçeyên Hevselê de bê çêkirin. Rayedarên AKP’ê li ser vê komkujiya xwezayê dibêjin em daran dibirin û kafeyan çêdikin lê belê di dewsa wê de em ê li cihên cudatir daran biçînin. Li aliyekê xwezayê qetil dike û li aliyê din jî dibêjin em ê xwezayek çêker bi afirînin.”

‘HIŞMENDIYA BAZIRGANIYÊ’

Di berdewama axaftina xwe de Işikli bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên weke ku qadên xwezayî veguherînin qadên têrbûnê da û got: “Çemê Dicle û Baxçeyê Hevselê hev xwedî dikin. Di encama polîtîkeyên bi hişmendiya bazirganiyê nêzîk dibin, ev damara jiyanê ya bajar tê qutkirin. Jêkirina darên Hevselê di lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê de bûn, ji aliyê raportoran ve hatin qeydkirin. Lê belê DSÎ bêyî ku li benda rapora raportoran bisekine, jêkirina daran domand. UNESCO bi awayekî pasîf tevgeriya û ti tişt jî neparast. Divê bizmarek jî li darên vir neyê xistin û qet zerar neyê dayin. Her wiha ji ber Çemê Dicle di statuya rûbar de ye tê parastin û ji ber vê yekê dibe hedefa sermayedaran. Divê her kes li hemberî çemê Dîcle û Baxçeyê Hevselê hestiyar tevbigerin. Divê UNESCO li pêş vê qirkirina Baxçeyê Hevselê derkeve û Hevselê biparêze.” 

'AVA BÊ NAV’

Işikli bal kişand li ser bê statuya Çemê Dîcle û ev tişt got: “Çemê Dîcleyê beriya niha bi milyonan salî çêbûye û di 3 olan de jî yek ji çemên pîroz e. Çemê Dîcleyê ku ji ber Bendava Dîcleyê ava wê kêm bûye, ji ber polîtîkayên şaş ên avdana zeviyan jî rêjeya avê kêmtir bûye. Rêjeya ava Çemê Dîcleyê daketiye asta herî nizm a 30 salên dawî û li qadeke ji 60 kîlometreyî jî weke 'ava bê nav', 'bê pênase' û 'rûbar' li qeyda fermî cih digire. Ji ber ku ne di statuya çem de ye û bê nave, nakeve li ber Qanûna Parastina Peravan, lewma bi her awayî talan lê tê kirin. Her wiha li ser ji çavkaniya çem heta Amed, Êlih û Şirnexê bi sedan bendan û kanên xizê hatine çêkirin. Her wiha ji ber rafîneyên petrol, bendav û kanên xizê her ku diçe çem ziwa dibe.”