Vîrûsa Korona belav dibe: Li Stenbolê jî nexweşek pê ket

Zarokekî Çînî yê ku rakirina Fakulteya Tipê ya Çapa, eşkere bû ku bi vîrûsa Korona ye. Belgeya teşhîsê jî hate weşandin.

Ji ber vîrûsa Korona ku li Çînê der bû herî kêm 231 kesî jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan li Çînê ye. Vîrû belav dibe. Heta niha li 20 welatan mirov bi vîrûsê ketine. Li Çînê hate tespîtkirin ku bi qasî 10 hezar kes bi vîrûsê ne. Hejmara nexweşên bi vîrûsê ketine yên li derveyî Çînê jî 98 kes in.

Hate ragihandin ku vîrûsa Korona li Stenbolê jî tespît bûye. Parlamenterê berê yê CHP'ê û rojnamevan Bariş Yarkadaş ragihand, li zarokekî Çînî yê 6 salî ku rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Çapa ya Stenbolê teşhîsa vîrûsa Korona hatiye kirin.

Yarkadaş li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku doh bi şev saet di 21:00 de zarokekî Çînî yê 6 salî ji aliyê malbata wî ve rakirin Nexweşxaneya Sadî Konûk a Bakirkoyê. Yarkadaş diyar kir, piştî tedawiya destpêkê derman dan zarok û ew şandin malê, lê belê malbatê nîvê şevê serî li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê da.

Yarkadaş ragihand ku Beşa Lezgîn a Zarokan a Fakulteya Tipê ya Stenbolê teşhîsa "Vîrûsa Korona" li zarokê nexweş ê 6 salî danî û nexweş îzole kir, qadê lê ye jî veguherand "qada kesk".