Nifûsa Misirê bi ser 100 milyonî ket: Hejarî jî zêde dibe

Nifûsa Misirê bi ser 100 milyonî ket. Beşeke zêde ya nifûsa welat, li qadeke biçûk dijî.

Di hejmaroka elektronîk a Ajansa Îstatîskan a Misirê de (Capmas) tê diyarkirin ku nifûsa Misirê bi ser 100 milyonî ketiye. Ev jî tê wateya ku pirsgirêkên welat giran dibe.

Misir ji ber nifûsa xwe li Efrîkayê piştî Nîjerya û Etîtopyayê di warê mezinahiyê de welatê sêyemîn e. Li temamî cîhanê jî di rêza 14’an de ye.

Li Misirê salan 1,5 milyon pitik ji dayik dibin. Di sala 1990’î de nifûsa wê 57 milyon bû û nifûsa wê û ya Fransayê wekî hev bû. Di 30 salan de nifûsa Fransayê bû 67 milyon lê ya Misirê bû 100 milyon.

Ji ber nifûsa zêde wê pirsgirêkên aborî û civakî yên wekî li welatên Nîjerya û Etîyopyayê li Misirê jî peyda bibin. Beşeke zêde ya welat li ber çemê Nîlê ne û li Qahîreyê ya ku paytext e jî 20 milyon kes dijîn. Hatina neteweyî 3 hezar dolar û rêjeya bêkariyê di sala 2018’an de 32 ji sedî derbas kiribû.