Tedawiya HIV’ê zêde bibe wê encamên baş were stendin

Tê diyarkirin li Komara Efrîkaya Başûr dermanê TLD were bikaranîn wê vîrusa HIV’ê jî kêm bibe.

Li gorî daneyên Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê di sala 2018’an de bi 37,9 milyon kesan vîrusa HIV’ê hebû, 770 hezar kes jî ji ber AIDS’ê miribûn.

Bi saya tedawiya HIV’ê nexweş him zêde dijîn û hindikî êşê dikişînin. Di sala 2014’an de dermanê bi navê TLD hate bikaranîn û bi milyonan kesan sûd jê wergirtin.

Di sala 2017’an de li welatên wekî Kenya, Ûganda û Nîjeryayê ev derman kete piyaseyê û sala borî hikumeta Efrîkaya Başûr ev derman belaş belav kir.

Tê diyarkirin ku li Efrîkaya Başûr bandorên neyînî yên vê dermanê gelekî kêm e û jiyana nexweşan hêsan diek. Tê diyarkirin ku bi saya tedawiyê pêşî li zêdebûna vîrusê jî tê girtin.