Tê payîn ku li Awûstralyayê baran şewatê vemirîne
Tê payîn ku barana ev çend roj in li Awûstralyayê dibare, karibe şewata daristanê vemirîne.
Tê payîn ku barana ev çend roj in li Awûstralyayê dibare, karibe şewata daristanê vemirîne.
Rayedaran diyar kirin ku bi saya barana ev çend roj in dibare, dibe ku şewata li başûrê welat vemire.
Hate diyarkirin ku li eyaleyên Gallera Başûr û Qûeenslandê ji ber baranê lehî rabûye. Li Syndeyê di 30 salên dawîn de baraneke zêde bariyaye. Buroya meteorolojiyê diyar kir ku di nava çar rojan de 391,6 mîlîmetre baran bariyaye. Baranê gelek şewat jî tefand. Bi saya baranê li bakurê Syndeyê şewateke 500 kîlometrekare vemirîbû.
Berdevkê Îtfaîyeyê yê eyaleta Gallera Başûr a Nû James Morîs diyar kir ku a niha 30 şewat didome û ji ber baranê ew ê vemirin.
Li welat ji serê meha Îlonê û vir ve şewat didome. Heta niha 33 kes mirine û bi qasî 100 hezar kîlometre kare cih şewitî, 2 hezar mal hilweşiyan, ji milyarekê zêdetir heywan mirin.