Hatûn: Bendav bandoreke neyînî li ekolojî û avhewayê dike

Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB’ê Dogan Hatûn derbarê bendavên li Kurdistanê axivî û got ku “Ev bendav him dîrokê û him jî ekolojiyê xerab dike.”

Dewleta Tirk bi salan e li Kurdistanê bendavan çêdike. Bi çêkirina van bendavan re him texrîbateke ekolojîk çêdibe û him jî deriyê rantê vedibe.Bendavên ku hene û amadekariya wan a çêkirinê tê kirin nêzî 50 ye. Bi tenê li ser Çemê Dîcleyê nêzî 32 bendav tên çêkirin. Bi van bendavan re wê texrîbateke mezin li ser erdnîgariya Kurdistanê çêbibe.

STATUYA ÇEM A DÎCLEYÊ TUNE

Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB’ê Dogan Hatûn diyar kir ku bendav xisareke mezin dide herikîna avê û li tu dera cîhanê ava çeman nayê birîn. Hatûn bal kişand ser vî tiştî ku zindîwerên li dora çeman jiyana xwe li gorî avê diyar dikin û heke rêjeya avê zêde bibe, wê di bin avê de bimînin.

Hatûn got ku “Pirsgirêke din jî ev e ku statuyên çeman tune. Bi qasî 60 kîlometreyan statuya Çemê Dîcleyê tune. Di sala 1990’an de qanûnek hate derxistin û vî tiştî bandor li statuya çeman kir. Li cihê ku statuya çem tunebe, her tişt dikare were kirin. DSÎ jî li ser vê bêstatuyê projeyan çêdike. Ji ber ku Çemê Dîcleyê ketiye lîsteya ÛNESCO’yê nikarin zêde tiştan bikin.

Li gorî qanûnê 50 metre rast û çepê çem divê tiştek neyê kirin. Ev jî ji bo parastina xeta çem tê kirin. Li ser Çemê Dîcleyê 22 kanên xîzê hene û ev tişt xisareke mezin dide çem. Kanên xîzê yên ku rûhsata wan qediyaye jî ji ber ku alîgirên hikumetê ne, karê xwe didin meşandin.”

DÎROKA 12 HEZAR SALÎ HATE HILWEŞANDIN

Hatûn qala hilweşandin û bendava Heskîfê kir û got ku “Ji bo elektrîka 50 salan dîrokeke 12 hezar salan di bin avê de dihêlin. Li wê derê şikeftên bi hezaran salan hene. Mixabin xwedî li dîroka wê derê nehate derketin. Ji ber bendavê avadaniya demografîk xerab bû. Nabe ku dîroka şaristaniyê were hilweşandin. Îro li ser Dîcleyê plan tê kirin ku 32 bendav werin çêkirin. Ji ber çêkirina van bendavan avê bin erdê jî dernakeve û nayê depokirin. Îro ji bo bidestxistina elektrîkê gelek rê hene. Bi rojê û ba jî eletkrîk tê hilberandin. Li Amedê şertê van tiştan heye. Amed yek ji wan bajarên Rojhilata Navîn e ku zêde rojê dibîne. Maliyeta vî tiştî jî ya bendavan erzantir e. “