Li Ewropayê pileya germahiyê zêde dibe

Welatên cîhanê yên hê li ser têkoşîna hevpar a li dijî germahiya gelemperî li hev nekiriye, li Ewropayê di nava 40 salên dawî de meha Çileya îsal bi kêmanî 3 pile germahî zêdetir bûye.

Li gorî xebata ji aliyê Copernîcûs a ofîsa guhertina avhewa ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hate kirin, meha borî li qiteya Ewropayê heta roja îro Çileya herî germ hate tomarkirin.

Li gorî daxuyaniya Copernîcûsê navîna germaniya Çileya 2020’ê li gorî navîna germahiya salên 1981-2010’ê 3,1 pile zêdetir bû. Heta niha weke meha herî germ a Çileyê hate nîşandan, Çileya 2007’an hatibû tomarkirin.

LI BAKURÊ ROJHILATÊ EWROPAYÊ 6 PILE ZÊDETIR BÛ

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêjeya bilindbûna germahiyê bi taybet li bakurê rojhilatê Ewropayê zêdetir bûye. Li gorî Copernîcûsê li hinek deverên bakurê rojhilatê Ewropayê rêjeya pileya germahiya di navbera salên 1981-2010’ê di meha Çileya îsal de 6 pile zêdetir bûye.