Nifûsa Ûkraynayê di nava 30 salî de bi 15 milyonî kêm bû

Hikumeta Ûkraynayê encamên serjimartina bi rengê elektronîk eşkere kir. Li gorî daneyan, di nava 30 salî de herî kêm 15 milyon ji nifûsa welêt kêm bûye.

Li gorî daneyên ku hikumetê di dawiya meha Çileyê de eşkere kir, nifûsa heyî ya Ûkraynayê 37.3 milyon kes e.

Lê belê li gorî nifûsa sala 1991'ê ku sala serxwebûnê bû bi 15 milyon kesî kêm bûye.

Sala 1991'ê nifûsa Ûkraynayê 52 milyon kes bû.

Hikumet hewl vê şoqê binixumîne. Rayedar îdîa dikin ku mirovên li herêma Qirkirimê ya ku Rûsyayê bi xwe ve girêdaye û yên li rojhilatê welêt dijîn tevlî vê sermijartinê nehatine kirin.

Li Qirimê 2 milyon kes, li rojhilatê welatê jî 3 milyon kes hene. Rayedaran her wiha diyar kirin ku 4 milyon kesên sala dawî derketine derveyî welat jî nehatin jimartin. Bi vî rengî hewl dan ku hincetê ji vê yekê re bibînin.

Li gel vê yekê rêjeya jidayikbûnê li gorî rêjeya mirinê bi du qatî kêm bû ku ev yek jî rayedaran herî zêde dixe nava fikaran.

Li gorî daneyên nifûsê 20 milyon jin û 17 milyon mêr hene. Yek ji deh parên nifûsê li paytext Kîevê ne. Bi vî rengî Kîev bûye yek ji bajarên herî mezin ê Ewropayê.