Metirsiya belavbûna vîrûsê zêde bû

Li Çînê hewldanên ji bo astengkirina belavbûna vîrûsê dewam dikin. Welatên rojavayî jî hewl didin welatiyên xwe yê li bajarên di karantînayê de ne derxînin.

Rayedarên tenduristiyê yên payebilind ên Çînê roja Yekşemê ragihandin ku kapasîteya belavbûna vîrûsê mezin bûye. Tê gotin ku vîrûs niha bi qasî vîrûsa Sras ne xurt e ku di salên 2000'î de derkete holê û bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, lê belê jê hîn bi hêsantir belav dibe.

Serokkomarê Çînê Şî Cînpîng jî roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku rewş "giran" e.

Vîrûs di meha Kanûnê ya sala 2019'an li bajarê Wûhanê li bazarekê der bûbû û piştre li gelek bajaran û welêt belav bû.

Ji şeva Yekşemê û pê ve li navenda bajarê Wûhanê bikaranîna wesayitan "eger ne pêwîst bin" hatin qedexdekirin. Bajar bêdeng bûye.

Wûhan û herêma lê ye ji roja Pêncşemê ve bi rengekî defakto di karantînayê de ne. Bi giştî pêwendiya 56 milyon mirovî bi cîhanê re qut bûye.

Li gorî daneyên fermî li Çînê nêzî 2 hezar kes bi vîrûsê ketine. 56 ji wan jiyana xwe ji dest dan.

Vîrûs gihîşt Ewropa û Awûstralyayê jî. Herî kêm 12 kesên bi vîrûsê li van deveran hatin tespîtkirin. Li Kanadayê jî kesekî bi vîrûsê hate tespîtkirin. Hejmara mirovên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi vîrûsê ketine 5 kes in. Li Fransa, Japonya, Malezya, Taywan, Koreya Başûr, Vîetnam, Nepal û Sîngapûrê jî vîrûs belav bû. DYE û Fransayê ragihandin ku wê welatiyên xwe yên li Wûhanê bi rêya hewayî ji herêmê derxînin.

Yek ji tedbîrên ku rêveberiya Çînê roja Yekşemê ragihand, qedexekirina bazirganiya heywanên biyanî bi rengekî demkî heye. Navenda Şopandina Nexweşiyan a Çînê ragihand ku bi 'îhtimaleke mezin' nexweşî li bazara ku heywanên biyanî dihate firotin der bûye. Rêveberiya Pekînê her wiha wê ger û geşta organîzeyî ya li nava Çînê û derveyî welat qedexe bike.

Profesorê Fransayî Yazdan Yazdanpanah ku li nava Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dixebite, diyar kir ku mirina ji ber vîrûsê di binê rêjeya 5 ji sedî de ye. Ev rêje di vîrûsa Sras de 9.5 ji sedî bû.

Ji Zanîngeha Wûhanê pisporê nexweşiyên şewbê Gûî Xî ji rojnameya rojane ya gel a Çînî re axivî û diyar kir ku vîrûs di 8'ê Sibatê de dikare di asta herî bilind de bi mirovan bikeve û piştre jî kêm bibe.