Di sala 2015’an de ji ber ku Tirkiyeyê deriyê xwe yê sînor ê li Bûlgaristan û Yewnanistanê vekiribû, piraniya wan ji Sûriye, Iraq û Efganistanê bi deh hezaran penaberan xwestibûn berê xwe bidin Ewropayê. Ligel ku Elmanyayê deriyê xwe ji penaberan re vekir, li Yekîtiya Ewropayê krîzeke mezin a penaberan pêk hatibû.
Fikara Yekîtiya Ewropayê ev e ku dîsa krîzeke wisa pêk were. Li gorî nivîsên di navbera saziyên YE de vê carê ev faktor li Lîbyayê hene.
Di 16’ê Çileyê de raporek ji Komîteya Siyaset û Ewlehiyê re hatiye şandin a ku welatên Yekîtiya Ewropayê jî tê de ne. Di raporê de tê diyarkirin ku ji ber şerê navxweyî yê Lîbyayê dibe ku li peravên YE hejmara penaberan zêde bibe. Mîsyona bi navê Sophîa penaberên ji Lîbyayê dema wan li ser peravên Lîbyayê zeft dike, wan vedigerîne.
DI SALA 2019’AN DE LI BEHRA SPÎ HERÎ KÊM 1262 PENABER XENIQÎN
Tê diyarkirin ku ji ber şerê navxweyî yê li Lîbyayê zêde dibe, wê dîsa bi hezaran penaber bixwazin ji ser Behra Spî xwe bigihînin Ewropayê. Di raporan de tevdîr tên diyarkirin û balê dikişînin ser vî tiştî ku divê aloziya li Lîbyayê piştguh nekin.
Di sala 2019’an de li Behra Spî herî kêm 1262 penaber xeniqîn. Di sala 2015’an de mîsyona bi navê Sophîa hate avakirin. Ev mîsyon li dijî van kesan e yên ku bi penaberan li ser Behra Spî dixwazin bigihînin welatê Ewropayê. Tê diyarkirin ku bi vê mîsyonê di sala 2019’an de 45 hezar penaber li Behra Spî hatine dîtin.