CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Bindeqên Nûtellayê bi zarokên Kurdan didin komkirin
Li Tirkiyeyê zarok jî di nav de karkerên werzê bi heqdesta kêm li zeviyên bindeqan kar dikin. -
2050'î wê her sal 200 milyon mirov hewceyî alîkariyê bin
Saziyên navnetewî yên alîkariyê li dijî bandorên germbûna global bang kirin ku her kes tevbigere û diyar kirin, ji ber sedema guherîna avûhwayê heta 2050'î wê her sal 200 milyon mirov hewceyî alîkariyê bin. -
Zarokên Firatê di şahiyê de hatin ba hev
Zarokên gelên cihê yên li herêma Firatê di Şahiya Zarokan a Firatê ya 3’emîn de hatin ba hev. -
Yekîtiya Ewropayê êşkenceya li penaberên li Libyayê qebûl kir
Yekîtiya Ewropayê qebûl kir ku li Lîbyayê hem hikumet hem jî hêzên milîs di ser penaberan re feydeyê werdigirin. Tê payin ku ji îro û pê ve veguhastina ber bi Rûandayê ve dest pê bike. -
Fûara otomobîlan a navnetewî di hedefa derdorparêzan de ye
Ketina Salona Otomobîl a Navnetewî ya Frankfûrtkê ji aliyê bi sedan çalakgeran ve hate astengkirin. Roja Şemiyê jî 25 hezar kes li dijî salonê meşiyabûn. -
Li Sydneyê ji bo Heskîfê çalakiyek hate kirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Sydney ê Evûstralya hatin ba hev, ji bo Heskîf a li ber tinebûnê ye çalakiyek kirin. -
Germahiya global: Mezintirîn qeşeya Alpan wê bihele
Zanyaran gotin ji ber bandora germbûna global bi asteke mezin a qeşayên Alpan wê bihele. -
Li başûrê rojhilatê Spanyayê barana dijwar
Ji ber barana dijwar a li başûrê rojhilatê Spanyayê av kete malan, 2 kes mirin, bi sed hezaran xwendekar nekarîn biçin dibistanê. -
Li nav vejeteryanan rîska şehtbûnê zêdetir e
Li gorî lêkolîneke pisporên Zanîngeha Oxfordê ên ku xwarinên vejeteryan an jî peskerteryan tercîh dikin, rîska wan a şehtbûnê 1 ji 5'ê zêdetir e. -
Rêya mirinê ya Belucên hejar: Suxtberî!
Beluc yek ji gelên herî kevin ên Rojhilata Navîn e. Îro nasnameya gelek ji wan tuneye. Niha Beluc di nava hejariyeke giran de dijîn û bi karê suxtberiyê dixwazin bijîn. -
Li Luzernê ji bo Heskîfê çalakî
Li Luzernê ya Swîsreyê li dijî projeya Ilisûyê ku wê Heskîfê di bin avê de bihêle Kurdan û ciwanên sosyalîst ên Swîsreyê çalakî kirin. -
Talokeya li ser Geliyê Bendîmahî
Rûbara Bendîmahî û Geliyê Bendîmahî yek ji xweşikahiya sirûştî ya Bêgirê ya Wanê ye û bi projeyên HES’ê taloke heye ku tine bibe. -
CÎK’ê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir
CÎK’ê Roja 1’ê Îlonê ya Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û got: “Gelî bawermendan tev bi hev re bikevin nava aşitiyê, nebin peyrewê Îblîs, Lewre ew neyarê we yê eşkere ye. -
Krîza li Îranê herî zêde bandora xwe li Rojhilatê Kurdistanê dike
Krîza aborî ya li Îranê herî zêde bandora xwe li Rojhilatê Kurdistanê dike. Li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê cihên ku pêlavên Hawraman dilhilberîne yek bi yek têne girtin û bi hezaran kes bê kar mane. -
Ji zarokên penaber 3.7 mîlyon naçin dibistanê
UNHCR’ê ragihand ku li tevayî cîhanî ji 7.1 mîlyon zarokên penaber 3.7 mîlyon zarok naçin dibistanê. -
Çiraya Şengalê dengê azadiyê ya Êzidiyan e
Radyoya Çiraya Şengal a piştî Komkujiya Êzidiyan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve ji bo civaka Êzidiyan hate avakirin, bûye dengê azadiyê yê Êzidxanê. -
Perwerdeya zimanê Kurdî ya li DYE'yê hate rawestandin
Li herêma Nasville ya DYE'yê ku şêniyên Kurd lê gelek in, li dibistanên dewletê polên bi Kurdî hatibûn vekirin. Lê belê ji ber kêmaniya xwendekaran dersên bi Kurdî hatin rawestandin. -
Greenpeace: Hewceyî ne bi gotinan, bi gavên pratîk heye
Greenpeaceyê got di Civîna G7'ê de ya li Bîarrîtzê ya Fransayê li ser mijara avûhewayê, ''qewlên pûç'' hatine dubarekirin û hê jî polîtîkayeke jidil nehatiye danîn. -
Li Îranê aşên bayê yên hezar salî hê jî tên bikaranîn
Aşên bayê yên temenên wê hezar sal in hê jî li gundê Neştîfan a girêdayî parêzgeha Xoresan a dikeve bakurê rojhilatê Îranê tên bikaranîn. -
Li Swîsreyê li dijî nîjadperestiyê tûrnûvaya futbolê
Bi pêşengiya saziyên enternasyonalîst û antî-faşîst ên Swîsreyî li dijî nîjadperestiyê tûrnûvayeke futbolê pêk hat. -
'Xewn'a zarokên Efrînê li Osloyê hate nîşandan
Li Navenda Hunerê ya Akeshus a li paytexta Norwêc Osloyê, hunemendê Kurd Gelawesh Weledkhan wêneyên ji aliyê zarokên Efrînî ve hatine çêkirin di pêşangehekê de nîşan da. -
Li DYE'yê 5 eyalet li dijî yasaya koçberan in
Lli gel mezintirîn eyaleta DYE'yê Kalîforniyayê 4 eyalatên din jî li dijî wê yasaya Trûmp in ku mafê welatîbûn û rûniştinê ya bi milyonan koçber sînordar dike. -
Heskîf di rojeva çapemeniya Fînlandiya û Swêdê de ye
Çapemeniya Fînlandiya û Swêdê komkujiya çand, dîrok û xweza ya li Heskîf a xwedî bi hezaran sal e anî rojeva raya giştî. -
Zimanê xakê digihîne kuçeyê
Vedat Karataş li pira jor a Mêrsînê ku rêya peravê û navenda wê digihîne hev, bi saza xwe stranên Kurdî distre. Bi pira jor re armanca wî yek e; dixwaze yekîtiyê çêbike û newayên Kurdî bi bîr bixe. -
Di 6 mehên karesatên xwezayî de zêdetirî 5 hezar kes mirin
Li gorî lêkolînekî ku ji aliyê şîrketa Swîss Re ve hatî weşandin di 6 mehan de ji ber karesaetên xwezayî zêdetirî 5 hezar kes mirin û 44 mîlyar dolar zirara aborî çêbû.