CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Li Moskova pêşangeha wêneyan a zarokên Rojava xêz kiribûn pêk hat
Li Moskova pêşengeha wêneyên ku zarokên Rojava xêz kiribûn pêk hat. Zarokan bi xêzêkirina wêneyan bal kişandin ser sûcên dij mirovahiyê yên li herêmê tên kirin. -
Di civîna COP'ê de gaveke girîng nehate avêtin
Di civîna bilind a COP 25 de ku li paytexta Spanya Madrîdê dewam dike gaveke girîng nehate avêtin. Gotin û sozên ku heta niha der barê avhewayê hatin gotin di asteke welê de ye ku dikare bandorê li beşeke biçûk a belavkirina CO2 bikin. -
Biryara Evûstûryayê ya qedexekirina glîfosatê wê neyê pêkanîn!
Evûstûrya ya ku dixwest di nav Yekîtiya Ewropayê de bibe yekemîn welatê ku glîfosatê qedexe bike, qedexekirina vî dermanê çandiniyê taloq kir. -
Namzetê ciwan wê Johnson ji qoltixê wî bike?
Pêrşembê li Brîtanyayê wê hilbijartina giştî bibe. Di hilbijartinê de rikberê herî xurt ê Serokwezîr Johnson ciwanê Îranî yê 25 salî ye û tê texmînkirin ku rikberê Johnson wê wî ji qolxitê wî bike. -
Dewlet dixwaze bi darê zorê cenazeyê Kaya veşêre
Li gundê Mûşiyan a Dûtaxa Agiriyê de di 6’ê Kanûnê de leşkeran di dema operasyonê de Mûrat Kaya qetil kiribû. Îro jî bi darê zorê xwestin ku cenazeyê wî veşêrin. -
Li Ekvadorê celebekî nû yê dînozoran hate dîtin
Li Ekvadorê fosîlên dînozorekî giyaxur hate dîtin, ku bi qasî şeş metroyan dirêj e lê dîsa jî ''biçûk'' tê dîtin. -
Huner û çanda ji kevirên biqîmet
Hosteyê xemilandina kehrîbarê Mehmet Atalay diyar kir ku kevirê kehrîbar ji bo gelek nexweşiyan derman e û got: “Kehrîbar heskirin e. Ji bo dermankirina nexweşiyên wekî serma, astim, guatr, bronşit, zerik û alerjiyê tên bi kar anîn." -
Ji ber hezîna axê ya li Bûrûndî bi kêmanî 38 kes mirin
Piştî barana zêde ya li bakurê rojavayê Bûrîndî û şûnde hezîn pêk hat û bi kêmanî 38 kes mirin. -
‘Dengbêjî çanda qedîm a Kurdan e’
Dengbêj Evdilezîzê Koçer anî ziman ku ew ji zarokatiyê ve klaman dibêje û destnîşan kir, ku dengbêjî çanda kevnare ya Kurdane û divê lê bibin xwedî. -
Li Fransayê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê 5 kes mirin
Li Fransayê ji ber lehiyê li herêma Varê 2 kes û li Marsîlyayê jî ji tîma alîkariya lezgîn sê kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Qehweya Kurdan çawa bû qehweya Tirkan?
Beriya bi sed salî 'Qehweya Kurdan' hebû. Li Fransayê ji 1800'î û pê de 100 salî bazirganiya wê hate kirin. Bi avabûna Komara Tirk re ev qehwe jî kirin 'Tirk'. -
AIDS: Bi milyonan kes hay jê nînin
Li cîhanê ji 40 milyon kesên ku vîrûsa HIV'ê bi wan re heye 3 ji 5'ên wan ji tedawiyê sûd werdigirin, tê gotin, bi qasî 8 milyon kes hay jê nînin ku vîrûs jî bi wan re heye. -
Yek ji çar ciwanan di asta 'pê ve girêdayî' de Smartphone bi kar tîne
Li gorî lêkolîna li Asya, Ewropa û Emerîka, bi rêjeya çar ji yekê ciwan di asta 'pêve girêdayî' de smartphonê bi kar tînin. -
Li Amazonan qelandina daristanan
Li gorî daneyên dawî yên li Brezilyayê li Daristanên Amazonan van 10 salên dawî qelandina daran pir zêde bûye.. -
Li gel sozên ku hatin dayin jî bikaranîna plastîkan zêde dibe
Li gorî lêkolîneke ku li Ingilistanê hatî kirin, li gel sozên ku şîrketên mezin dane jî, bikaranîna kîsên plastîk ku ziyanê didin atmosfer û derdorê zêde dibe. -
Salî: Hewl didim bi hunera xwe bibim alîkar ji gelê xwe re
Yek ji 12 hunermendên ku hefteya derbasbûyî li ber Parlamenta Elmanyayê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin Taha Salî got, "Ez bi hunera xwe hewl didim ji gelê xwe re bibim alîkar." -
'Metirsiyeke mezin a pişaftinê li ser zimanê Kurdî heye'
Hevserokê PEN a Kurd Samî Tan û Hevseroka Med-Derê Mîne Karakaş diyar kirin ku metirsiyeke mezin a pişaftinê li ser zimanê Kurdî heye û ji malbatan xwestin ku li ziman û çanda xwe bibin xwedî. -
Jinên HDK'î: Polîtîkayên şer dijminatiya li jinan mezin dike
Meclîsa Jinan a HDK'ê destnîşan kir, ku kiryarên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li hemberî jinan, encama polîtîkaya şere. -
Cejna Xawenkar a Yarî li Stockholmê hate pîrozkirin
Cejna Xawenkar a Yarî ya civaka Yarsan li Stockholmê hate pîrozkirin. -
Di her 39 saniyeyan de zarokek ji zatûreyê dimire
Li gorî Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ÛNÎCEF’ê ji ber zatûreyê di sala 2018’an de 800 hezar zarok mirine. -
Kompanyaya Zer a Tirkî berhemên demborî dixe bazara herêma Kurdistanê
Kampanyaya Zer a Tirkî ku berheman ji bo bazarên Başûrê Kurdistanê dişîne, derket holê ku berhemên demê wê borî, bi şêwazên cuda weke ku nû hatibin, dixe bazarê. -
Li Delhî ya Nû ji ber gemarê bêhn li mirovan diçike
Li paytexta Hindistan Delhî ya Nû ku nifûsa xwe 20 milyon e, ji ber qirêjî û hewa gemarî bêhn li mirovan diçike. -
Li Brezilyayê petrola ku berbelav bûyî nayê paqijkirin
Hate gotin li Brezîlyayê petrola ku li nêzî peravê li 2 hezar km berbelav bûyî nikare were paqijkirin, Neteweyên Yekbûyî (NY) bang kir ku bi lezginî tevdîr werin girtin. -
Yekemcar doktora bi zimanê Înka hate nivîsandin
Xwendekareke doktora ya li Perûyê yekemcar teza xwe bi zimanê Qûechûa ku zimanê Înka ye nivîsand. -
Guh bidin qîrîna Geliyê Dîcleyê û Heskîfê
Koordînasyona Heskîfê banga xwedîlêderketina Geliyê Dîcleyê û Heskîfê kir. Koordînasyonê got ku “Em dikarin bajarê Heskîfê yê 12 hezar salî rizgar bikin.”