Heta niha 26 kes ji ber vîrûsa korona mirin

Ji ber vîrûsa korona ku li Çînê der bû, heta niha 26 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber vîrûsa nû ya korona ku li Çînê der bû û mirov ji hev digirin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 26 mirov. Herî kêm 830 jî bi vîrûsê ne.

Rayedarên Çînî ragihandin, li bajarê Vûhan ê li îdareya Hûbeî ku vîrûs lê der bû û li deh bajarên din ketin û derketina ji bajaran hatiye bisînorkirin.

Ji bo vîrûsa korona ku navê 2019-nCoV lê hatiye kirin belav nebe, organîzasyonên pîrozbahiyên sala nû ya Çînê ya li gorî salnameya Heyvê hatin guhertin.

RÊXISTINA TENDURITIYÊ YA CÎHANÊ: REWŞEKE LEZGÎN NÎNE

Heyete ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku şewb ji bo Çînê rewşeke lezgîn e, lê belê ji ber ku bûyerên li derveyî Çînê kêm bin, di asta navneteweyî de pêwîstî pê nîne ku rewşa lezgîn bê ragihandin.

LI 13 WELATAN HATE DÎTIN

Vîrûs heta niha ji bilî Çînê li 13 welatan hatiye dîtin. Sîngapûr û Vîetnam jî ji wan welatan e.

Li welatên ku mirovên bi vîrûsa 2019-nCov ketine li karantînayê tên bicihkirin DYE, Japonya, Tayvan, Koreya Başûr û Tayland in.