Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Her diçe daristanên Amazontê tine dibin

Li Brezîlyayê her diçe tinekirina daristanên mezin ên li Amazonê didome, hate ragihandin ku li gorî meha borî ev rêjeya tinebûna daristanê bûye duqat.

Daristanên Amazon ên weke ‘Cigera Spî ya Cîhanê’ tê zanîn ya ji sêyan du li Brazîlyayê cih digire, di salên dawî de her diçe tine dibe. Li gorî encamên Enstîtûya Lêkolînê ya Fezayê ya Navnetewey (INPD) ku dispêre daneyên fezayê, rêjeya tinebûna qadên daristan ên Çileya 2020’ê li gorî Çileya 2019’ê ji sedî 108 zêde bûye.

Li gorî vê di meha borî de 280 kêlometre qada daristanê tine bûye. Li gorî daneyên INPE’yê dema me li meha Çileyê ya 4 salên dawî tînin beramberî hev, asta tinebûna qadên daristanê hê zêdetirin. Çileya 2017’an 58, Çileya 2018’an 183 û Çileya 2019’an jî 136 kêlometre qada daristanê tine bûne.

Piştî hilbijartina Serok Dewlet Jaîr Bolsonaro yê bi helwestên xwe yên nîjatperest û mijara guhertina avhewayê tê zanîn û şûnde qetlîama daristanên Amazonê hê zêdetir  bûye. Di sala 2018’an de bi giştî 4 hezar û 946 kêlometre daristan tine bûye, dema Bolsonaro hate ser erkê ya sala 2019’an bi giştî 9 hezar û 166 kêlometre qada daristanê tine bûye.

Li dijî Bolsonaro yên şewta ku di mehên havînê de li Amazonê pêk hatin û rê li ber ziyanên mezin vekirin, nerazîbûnên cidî hatin raberkirin. Bolsonaro sala borî dema Serokê INPE Rîcardo Galvao asta şewata sala borî raxist ber çavan hewl dabû wî ji erkê bigire.