Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo li Erîvanê hate bîranîn

Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo di salvegera yekemîn a mirina xwe de li paytexta Ermenistan Erîvanê hate bîranÎn.

Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo ku di 87 saliya xwe de di 31'ê Çileya 2019'an de li paytexta Ermenistan Erîvanê çû ser dilovaniya xwe, di yekemîn salvegera wefata xwe de bi civînekê hate bîranîn.

Bîranîn li ofîsa Kaneker a Kurdistan Komîteyê pêk hat. Ji malbata Egîdê Cimo Sorîk Avdiyan, her wiha Hevserokê Yekîtiya Kurd a Ermenistanê û Parlamenterê Kurd ê Ermenistanê Kiyans Hasanov, Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan, endamên Kurdistan Komîte Jenîka Qadir Mîla Kalaşyan, Şêx Tahir Broyan, Dr. Zorbe Îboyan, Silavîk Kalaşyan û hunermend Tîtal Mahmûdyan, Celo Mahmûdyan, Fêris Mîrzoyan, Eşo Nadoyan û Fêrîk Hamoyan jî tevlî civîna bîranînê bûn.

Beşdar li ser kesayetî, jiyan û hunera Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo axivîn.

 Qisekeran keda Egîdê Cimo ya ji bo muzîka Kurdî bi bîr xistin û bal kişandin ser girîngiya parastin û dewamkirina mîrateya wî.

Hunermend Tîtal Mahmûdyan û Celo Mahmûdyan jî bi hunera xwe ya meyê tevlî bîranînê bûn.