Zanayekî çiyê

Kesên ku Alî Haydar Kaytan nas dikin pir baş dizanin ku kesayetiya wî ji destpêkê heta dawiyê bi hestên kûr û reaksiyonê ve teşe bûye. Aliyê wî yê hestyarî bi xeyal, hesret û lêgerînên mezin ve tê xwedîkirin.

Şehadeta Alî Haydar Kaytan (Fûat) ê bîrewer, wêjekar, helbestvan, perwerdekar û şoreşgerê ku jiyana xwe bexşandiye azadiya Kurdan û têkoşîna sosyalîzmê, di 12’ê Gulanê de li gel encamnameya 12’emîn Kongreya PKK’ê hate eşkerekirin. Li gorî agahiyên daxuyaniya berbehs di 3’yê Tîrmeha 2018’an de tevlî karwanê şehîdan bûye. Kesên dizanin diyar dikin ku şeva 3’yê Tîrmehê derdora saet 9’an de di encama êrîşa hewayî de li Çiyayê Garê şehîd bûye. Yanî 3’yê Tîrmehê dibe salvegera heftemîn a şehadeta wî. Girêdayî vê yekê em dubare bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin; di serî de ciwanên Dêrsimê, em bang li hemû ciwanên Kurd û gelê Kurd dikin ku vî şoreşgerê zana rast fêm bikin û bi hêz bi bîr bînin.

Weke tê zanîn Alî Haydar Kaytan li Gundê Hingirvan ê Dêrsimê ji dayîk bûye û li wir mezin bûye. Zarokekî malbata ji eşîra Heydaran e ku terteleya 1938’an dîtiye. Li Erziromê li dibistana herêmî ya şevborîn xwend û ne bes di çarçoveya nasnameya Kurd de li gel wê yekê di çarçoveya nasnameya Elewîtiyê de jî hewl hate dayîn ku were asîmîlekirin. Di destpêka salên 1970’yî de dest bi Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê kir û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vir nas kir. Silavek da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û heya dawiya jiyana xwe pêre meşiya û rêhevaltî kir.

Alî Haydar Kaytan yek ji şeş kesên ku beşdarî civîna Bendava Çûbûkê bû ku cîvîna berbehs di Newroza 1973’yan de hate lidarxistin û di wê civînê de bingeha PKK’ê ya rêxistinî hate avakirin. Yanî yek ji rêhevalên ewil ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezrînerê PKK’ê bû. Tevahiya jiyana xwe girêdayî soza ku dayî ma û weke milîtanekî Apoyî jiya. Ji bilî kongreyên PKK’ê yên çaremîn, pêncemîn û ya herî dawiyê di hemû kongreyên din de cih girt. Ji milîtaniyê heya erka rêveberiya astbilind di gelek karan de cih girt.

Alî Haydar Kaytan weke ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn yek ji helbestvan û wêjekarê PKK’ê bû. Em dikarin vê yekê weke yek ji wêjekar û helbestvanê PKK’ê yê yekem jî pênase bikin. Yek ji amadekarê broşura bi navê ‘’Ji Bo Bîranîna Hakî Karer’’ bû ku yekem berhema PKK’ê ya edebî ye û di bihara sala 1978’an de hate amadekirin. Di heman pêvajoyê de mezintirîn helbesta xwe di bin sernavê ‘’Ez Însanbûm’’ de ji bo bîranîna Hakî Karer nivîsand. Diyar e rastiya şehîdan û kesayeta Hakî Karer bandoreke mezin lê kiriye.

Duyemîn helbesta xwe ya girîng di Sibata 1986’an de li ser PKK’ê nivîsand. Ev helbesta wî ya bi navê ‘’Ji Bo PKK’ê’’  hem rola dîrokî ya PKK’ê û rastiya wê ya serkeftinê îfade dikir û hem jî li pêşberî rastiya PKK'ê sekneke rexnedayinê nîşan dida. Di serdema pêşketina gerîlayan û hesabpirsîna ji dagirker û pergala qirker  de û di heman demê de di serdema  derketina pirsgirêkên îdeolojîk û taktîkî yên zêde de bi vê helbesta ku di nava PKK’ê de deng vedide, balê dikşîne ser rastiya Rêbertî û tevlîbûna PKK’ê ya rast.

Alî Haydar Kaytan pêwendiya Rêbertî û kadroyan jî li ser helbesta xwe ya bi navê ‘’Bêyîwîbûn’’ tîne ziman. Wî ev têkilî bi awayekî zelal û balkêş bi risteyên ku pir jê hez dikir, anî ziman.

Helbet helbestên wî bes ne ev in. Gelek helbestên wî yên weke ‘’Dilxweşiya Herkê’’ û ‘’Strana Kesê Ber Bi Serkeftinê Ve Dimeşe’’ hene. Diyar e ku piraniya hest û ramanên xwe bi rêya van helbestan aniye ziman. Bêguman helbestên wî perçeyeke bingehîn a kesayeta wî ne û divê ev kesayetiya şoreşgerî ji helbestên wî jî were zanîn û fêmkirin

Alî Haydar Kaytan, bêhtir xwe dispêrî hêza hestiyarî û helbest dinivîsî. Bêguman, hêza wî ya rewşenbîrî û kesayeta wî ya xurt di nivîsandina helbestan de roleke girîng dilîst. Lê di aliyê hestiyarî xurtir bû, îlham dihat yekser dinivîsî. Ew îlham di serî de ji rastiya Rêber Apo û şehîdan, ji gel û asta têkoşînê digirt. A rastî helbestên ku Alî Haydar Kaytan nivîsine gelek zêde bûn. Ji bilî helbestên wî yên em dizanin, bêhtir nivîsîne û piştre tine kirine. Nedixwest hest û ramanên wî ew çend bên zanîn, mîna ku şerm dikir. Tê diyar kirin ku helbestên wî yên gihîştine ber destên me, tevî ku nerazîbû jî ji hêla hevrêyên wî ve hatine parastin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevrêyê xwe yê destpêkê Alî Haydar Kaytan herî dawî got, “Rastiya rêbertî ji min bêhtir fêm kir û vegot”. Dibe ku ji ber bandora hevrêtiya wan a destpêkê, têkiliya navbera wan bêhtir rehet û vekirî bû. Rêber Abdullah Ocalan di serî de bi Alî Haydar Kaytan re li ser nasnameya Kurd nîqaş kir, bi taybetî jî hewl dida ku pirsgirêkên têkildarî Dersimê çareser bike. Wî peyvên sosyolojîk ên kûr “Kesayeta birîndar” û “Qirkirin” li ser vê bingehê pêş xist. Têgeha “komkujiya spî” û analîza wî di nav vê çarçoweyê de hebû. Alî Haydar Kaytan jî bi rengekî erênî zêdetir tevkarî li vê analîza nasnameyê kir, di pêkhatina ramaneke wiha kûr de roleke girîng lîst. Ev hemû nîqaş û analîz ji bo me hemûyan belgeyên perwerdeyî û rêberiyê yên pir binirx in û divê em bizanin ka em dê çawa sûdê ji wan wergirin.

Bêguman dilsoziya Alî Haydar Kaytan a bi Rêber Abdullah Ocalan re ne cihê nîqaşê ye û pêwîstî pê nîne ku mirov li ser vê yekê tiştekî bibêje. Ji ber ku heta şehadeta xwe bi jiyana xwe vê rastiyê bi awayek zelal nîşan da. Nîşaneyek din a vê yekê bertek û hêrsa mezin a ku Alî Haydar Kaytan li hember her cûre xiyanetê hîs dikir e. Hin xayinan hewl dan ji paqijiya wî sûd werbigirin û bikişînin nava xiyanetê, lê wî li hemberî vê yekê bi hêrseke mezin bersiv dan. Bi gotineke din, bi mînaka ‘judenrat’ ku di van demên dawî de pir tê nîqaşkirin, ew bûye kesayetek wisa ku dikare hevkarên sûc teşîr bike û hesab ji wan bixwaze.

Alî Haydar Kaytan di navbera salên 1988-1994'an de li bajarê Dusseldotfê yê Elmanya ji ber ‘Doza PKK’ê’ hatibû girtin. Bi mehan li Girtîgeha Stammheîm a navdar a Elmanyayê hat ragirtin û rastî zextên giran hat. Di vê pêvajoyê de ji bo 'dijderketina li Rêber Apo û PKK'ê zexteke giran a psîkolojîk li wî hat kirin. Wî gelek caran bi van gotinan bersiv dida wan kesên ku vê zextê dikin: 'Qet nabe, lê em bêjin ku rojekê ez bibim kûçik, hingê ez ê dîsa jî li ber deriyê PKK'ê bisekinim û li dijî we derkevim!'

Kesên ku Alî Haydar Kaytan nas dikin pir baş dizanin ku kesayetiya wî ji destpêkê heta dawiyê bi hestên kûr û reaksiyonê ve teşe bûye. Aliyê wî yê hestyarî bi xeyal, hesret û lêgerînên mezin ve tê xwedîkirin. Aliyê wî yê reaksiyonê jî, li dijî zîhniyet û polîtîkayên qirker ên ku li pêşiya van îdealan dibin asteng, pêş ketiye. Li ser vê bingehê her tim têkoşîneke hûndirîn jiyaye û nasnameya wî ya şoreşgerî jî bi vê têkoşîna kûr a hûndir ve teşe girtiye. Her çend di destpêkê de zehmetî jiyabe jî, bi demê re, bi saya hişmendî û ezmûna ku bi dest xistiye, wî ev têkoşîn rêxistintir kir û encamên girîng bi dest xist. Wî van encaman bi rexnedayîna xwe bi dest xist û hewl da ku hevalên xwe bi parvekirina wan perwerde bike. Vê pêvajoyê asta wî ya zanabûnê bi berdewamî pêş xist û bi demê re ew veguherand "zanayê çiyê".

Wekî ku Rêber Apo di manîfestoya xwe ya yekem de diyar kiribû, bandora çiyayan li ser mirovan bi gelemperî wekî tatbûn û xerîbker dihat binavkirin. Lê belê, bi saya ramana Apoyî û têkoşîna azadiyê, ev bandor hate derbaskirin û aliyê aqilmendî yê çiyayan hate eşkerekirin. Bi saya vê yekê, bi sedan mêr û jinên zana li çiyayên Kurdistanê mezin bûn. Mîna serdema Zerdeştiyê, di serdema Apoyî de jî, çiyayên Kurdistanê bi mirovên zana û şervanên fedaî tijî bûn.

Alî Haydar Kaytan, ji kêliya destpêkê heya ya dawiyê tim li ser xeta şehadetê tevlî têkoşîna azadiyê ya Apoyî bûye. Tim hewl daye ku xwe biavêje pêş, zêdetir li ber xwe bide û tu caran jî berê xwe nedaye tirsê û xwe ji tu tiştan nedaye paş. Piştî komploya 15’ê Sibatê yekem serlêdana çalakiya fedaî bi xwe kiriye. Ji ber vê yekê jî bûna şehîdê têkoşînê yê li dijî komployê gelekî li wî hatiye û aramiyeke mezin daye wî. Bi vî awayî li gelê Kurd û mirovahiyê de milîtanekî şoreşger ê mezin û rêberek zêde bûye.  Bîranînên wî wê tim di nava têkoşîna azadî û sosyalîzmê de zindî bimînin û rênîşanderiyê bike!...

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka