Vîrûsa Korona: WHO'yê ji bo agahdarkirinê zend û bend ba da

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li dijî agahî û dîmenên têkildarî vîrûsa Korona li medya civakî tên parvekirin kete nava liv û tevgerê.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji bo şaşî û rastiyê ji hev cihê bike li medya civakî dest bi kampanyayê kir. Bi vê hewldanê dixwaze bersivê bide weşan û îdîayên li ser Facebook û Twîtterê tên parvekirin.

Yek ji agahiyên têkildarî mijarê tên parvekirin jî ew e ku sîr li dijî vîrûsa Korona baş e. WHO'yê bersiv da vê îdîayê û ragihand ku delîlek di vê der barê de li ber destê wan nîne.

WHO'yê her wiha diyar kir, dûyê fîşekên hewayî bi kêrî têkoşîna li dijî vîrûsê nayê. Wekî din ragihand ku ji bo tedbîrê bikaranîna antîbiyotîkê jî bi kêr nayê. Antîbiyotîk ne li dijî vîrûsê, lê li dijî bakteriyan kêrhatî ne.

WHO'yê her wiha ragihand ku kolî yan jî nameyên ji Çînê tên zerara xwe nînin û destnîşan kir ku vîrûs li ser objeyên bi vî rengî demeke dirêj nikare bimîne.