CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
'Pêwîst e gelê me yê Ewropayê saziyên navneteweyî bixe nav tevgerê'
Hevserokatiya KCD-E, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember Asûrî/Suryaniyan şermezar kir, ji gel û pêkhateyên li Ewropayê xwest ku ji bo saziyên navneteweyî bixin nav tevgerê bikevin nav hewldanan. -
Gur, ji bo Asûrî/Suryaniyên rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê tên bang kir
Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Karên Derve yê HDP’ê Berpirsyar Gur, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Asûrî/Suryaniyan şermezar kir, bang li hêzên herêmî û koalîsyona li hember DAIŞ’ê hatiye avakirin kir. -
Li Çiyayê Bagokê dema birîna rezan e!
Suryaniyên li Mêrdînê şarabê çêdikin, dest bi karê birîna rezan kirin. -
Xwendekarên Kurd li Gissenê rejîma Îranê protesto kirin
Xwendekarên Kurd ên li bajarê Giessen ê Elmanyayê dijîn girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin bibîr anîn û rejîma Îranê protesto kirin. -
Rêxistina Efûyê: 2014 ji bo sivîlan bû karesat
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, diyar kir ku sala 2014’an ji bo sivîlên bûn qurbanê şeran karesatek bû. -
Arzu Çerkezoglû jî di nav de 35 karker hatin berdan
Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu jî di nav de 35 karker hatin berdan. -
Girtiyê siyasî Alî Kapar 4 roj in di rojiya mirinê de ye
Girtiyê siyasî Mehmet Alî Kapar ê berî niha bi 36 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribû, grev berî niha bi 4 rojan veguherand rojiya mirinê. -
Ji bo Emre Aslan ê MLKP'yî li Enqere û Dêrsimê konê taziyeyê
Ji bo şervanê MLKP’ê Emre Aslan ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Enqere û Dêrsimê konên taziyeyê hatin vedan. -
Li Awûstûrya ji bo Kobanê û Şengalê konserên piştevaniyê
Federasyona Komeleyên Kurd ên Awûstûrya (FEYKOM) û Gesellschaft fur bedrohte Volker (Saziya Gelên di bin Gefê de), li Viyana Theather Akzent ji bo Şengal û Kobanê konserên piştevaniyê li dar xist. -
Meclîsa Çilan pirsgirêkên bajar nîqaş kir
Meclîsa Çilan a ji netewe û baweriyên cuda pêk tê û di nava xwe de Kurd, Tirk, Tirkmen, Ermenî, Suryanî, Keldanî, Elewî, Misilman, Êzidî û Xiristyanan dihewîne roja Înê civîna xwe pêk anî. -
Balûkên: Serokwekîlên Meclîsê bi fermana AKP’ê tevdigerin
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken diyar kir ku ji roja Zagona Ewlehiya Navxweyî anîn Meclîsê tiştên hatin jiyîn di dîroka vî welatî de weke rûpelekî geş derbas bû -
Li dijî 'Paketa Ewlekariya Hundir’ wê berxwedan bê pêşxistin
Rêxistinên ked û pîşeyî û partiyên siyasî yên ku bi banga KESK, DÎSK û TTB'ê li dijî "paketa ewlehiyê" hatin ba hev diyar kirin ku bi paketa ku payeya heta înfaza bêdaraz dide polîsan. -
Nerazîbûna li hember qetlîama daristanên Qabilcewzê zêde dibe
Li navçeya Qabilcewz a Êlihê li gundê Helkîs ê girêdayê herêma Cacaz bi sedan hektar daristana berûyan di bin navê ‘nûkirinê de’ hatin birîn û li ser vê saziyên civaka sivîl û tevgerên hawirdorê yên Êlihê ketin nava tevgerê. -
Polîsan li Erziromê êrîşî girseyê kir
Li Semta Mahallebaşi ya Erziromê girseya xwest êrîşa faşîstan şermezar bike rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk hat. -
Li Berlînê 2 hezar kes li hember qedexeya li dijî PKK’ê meşiyan
Roja Pêncşemê li ser banga partiya muxalefetê ya mezin Partiya Çep ji bo rakirina qedexeya li hember PKK’ê wê rûniştineke taybet pêk were. Beriya rûniştinê li paytexta Elmanya Berlînê xwepêşandanek girseyî hate lidarxistin. -
'Min ji dewletê bawer kir, kurê min winda kir'
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin hesab bê pirsîn" li ber Sumerbankê li dar xist. -
Dayikên Şemiyê, li aqubeta Murat Yildiz pirsîn
Dayikên Şemiyê di heftaya 517'emîn de aqûbeta Murat Yildiz ê di 1995'an de hate windakirin pirsîn. -
KCD-E: Yên bertek nîşanî Îranê nedin hevkarê sûc in
Hevserokatiya KCD-E bertek nîşanî darvekirina siyasetmedarên Kurd a ji aliyê Îranê ve pêk hat da û da zanîn ku di serî de NY û YE û hemû saziyên mafê mirovan divê bêdeng nemînin. -
Li Swîsreyê Mereşî ji bo HDP’ê kom bûn
Mereşiyên ji bo piştgiriya HDP’ê li Swîsreyê hatin gel hev, dest bi xebatên hilbijartinan kirin. -
KNK: Gelê me ji darvekirinê qet netirsiyaye û natirse
Konseya Rêveber a KNK’ê darvekirina 3 siyasetmedarên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve şermezar kir û got, “Gelê me ji zîndan, îşkence û îdamkirinê qet netirsiyaye û natirse.” -
Li Îzmîrê alozî didome
Li Zanîngeha Egeyê duh di dema êrîşa ulkucuyên faşîst de reîsê ulkucuyan Firat Yilmaz Çakiroglu hat kuştin û piştî vê gengeşiya derket holê didome û sedema bûyera faşîzan diyar dibe. -
‘Lokmeya Xizir sembola piştevaniya komunal e’
Berdevkê Komeleya Elewiyan a Demokratîk ya Îzmîrê Suleyman Deprem da zanîn ku ‘Lokmeya Xizir’ sembola piştevaniya komunal a Elewitiyê ye û ji bo bernameya ku wê di 22’ê Sibatê de pêk bê bang kir. -
‘Her kesê xwedî wijdan divê tevlî çalakiya sînor bibe’
Çalakiya ji bo piştgirî û piştevaniya berxwedana Kobanê di roja 160’emîn de didome. Xwendekarên jin ên Zaningeha Şirnexê jî ji bo piştgiriya çalakiya ser sînor hatin gundê Elîzêrê. -
Li girava Sîcîlya aktîvîteyên ji bo Kobanê
Li paytexa Palermo ya herêma xweser a Sîcîlya ya Îtalya ji bo Kobanê û Rojava du rojan aktîvîteyên piştevaniyê hatin lidarxistin. -
Li Amedê 321 kesî piştî îşkenceyê ji bo dermankirinê serî li TÎHV'ê da
Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Amedê ku xizmeta rehabîlîtasyon û dermankirinê didin mexdûrên îşkenceyê diyar kir ku li Amedê sala burî 321 kesî ji bo xizmeta rehabîlîtasyon û dermankirinê serî li wan daye