Kedkarên tenduristiyê li tevahiya Tirkiyeyê ji bo şertên xebatkarên tendûrîstiyê û "bernameya vegera tenduristiyê" rojekê dest bi grevê kirin û di çarçoveya grevê de li gelek bajaran meş, daxuyanî hatin lidarxistin û polîtîkayên hikûmetê rexne kirin.
STENBOL
Li Stenbolê kedkarên tenduristiyê bi armanca şertên kedkarên tenduristiyê bên sererastkirin û li hemberî "bernameya vegera tenduristiyê" li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Styenbolê hatin cem hev. Bi sedan karmendên tenduristiyê bi pankartan ber bi Midûriyeta Tendurîstiyê ya li Beyazidê ve meşiyan. Di meşê de têkildarî mijdarê de dirûşm hatin berzkirin. Li ber Midûriyeta Tenduristiyê daxuyanî hate dayîn. Piştî meşê Seroka Giştî ya Sendîkaya Dev Saglik-Îş'ê Arzu Çerkezoglu, axivî û diyar kir ku bi salane kedkarên tenduristiyê di şertên gelek dijwar de dixebitin.
Serokê Şaxa SES'ê yê Aksarayê Aydin Erol jî daxuyanî xwend û bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li qada tenduristiyê. Erol anî ziman ku divê şertên kedkarên tenduristiyê demildest bên sereratkirin.
MÊRSÎN
Kedkarên tenduristiyê li tevahiya welat li hemberî "bernameya vegera tenduristiyê" dest bi grevê kirin û di vê çarçoveyê de meş li dar xistin. Kedkar li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê hatin cem hev bi pankartên têkildarî mijarê de ber bi Parka Ozgur Çocuk ve dest bi meş kirin. SES, TTB, gelek sendîkayên din, HDP, Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Aytug Atici û gelek rêxistinên sivîl tevlî meşê bûn. Piştî meşê Serokê Odeya Tabîban ê berê Mehmet Antmen daxuyanî xwend û diyar kir ku ew ji bo tenduristiya xwe, mafên xwe û tenduristiya gelê xwe ji bîlî beşê lezgînî xizmeta tenduristiyê nadin.
Serokê Komeleya Hekîmên Malbata Mêrsînê Dr. Gubuz Şen jî wiha got: "Em Wezîrê sindoqê na yê Tenduristiyê dixwazin."
Piştî axaftina çalakî bi çepikan bi dawî bû.
ENQERE
Kedkarên tenduristiyê yên li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Nûmuneyê hatin cem hev heta Wezareta Tenduristiyê meş li dar xistin. Kedkarên tenduristiyê di daxuyaniya ku li ber Wezareta Tenduristiyê dan de careke din xwestin daxwazên wan bên pêşwazîkirin. Li ser navê kedkarên tenduristiyê yên ku meşiyan Hevserokê Giştî yê SES’ê Îbrahîm Kara û Serokê Konseya Navendî ya TTS’ê Dr. Bayazit Îlhan axivîn. Kedkarên ligel baranê û mexalefeta hewayê piştî daxuyaniyê “Kursiya serbest” avakirin. Di çalakiya ku xwendekarên tenduristiyê jî beşdar bûn de Prof. Dr. Nîlay Etîler têkîldarî “Mafê tenduristiyê” agahî da.
ŞIRNEX
Li Şirnexê jî bi heman armancê kedkarên tenduristiyê dest ji kar berdfan. Serokê Şaxa SES'ê yê Şirnexê Lezgîn Gozlek diyar kir ku ji bo tenduristiya gel ji bîlî beşên lezgînî xebatê nakin.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xebatkarên tenduristiyê ji bo balê bikişînin ser şert û mercên xwe yên xebatê û şermezarkirina politikayên AKP'ê yên li ser tenduristiyê dest bi çalakiya greva devjikar berdanê kirin. Endamên saziyên weke SES, Yekîtiya Tabîbên Tirkiyeyê (TTB), Yekîtiya Bijîşkên Diranan (TDB), Komeleya Hemşîreyên Tirk (THD), li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dest bi çalakiyê kirin. Her wiha gelek hemwelatiyên ji ber nexweşiya xwe hatine nexweşxanê piştgirî dane çalakiyê. Xebatkaran pankarta "Li vê kargehê grev heye" bi deriyê nexweşxanê ve daliqand û di bexçê nexweşxanê de standa demokrasiyê vekir. Xebatkaran, hemwelatiyên hatine nexweşxanê ji di derbarê grevê de agahdar kirin û da zanîn heta şert û mercên wan neyên rast kirin dê ew têkoşîna xwe bidominin. Xebatkarên tenduristiyê piştî welatî agahdar kirin bi dirûşmên, "Mafê tenduristiyê nayê firotin", "Bijî berxedana kedkara" heta ber deriyê polinîklikê meşiyan û li vir daxûyani dan çapemeniyê. Li ser navê xebatkarên tenduristiyê bijîşkê malbatan Veysel Dag, daxuyanî xwend û diyar kir ku rayedar tiştên ne karê wane jî davêjin ser milên wan û anî ziman ku ew dê vê polîtîqayî qebûl nekin.
Piştî daxuyaniyê çalakî bi govend û dîlanan dom kir.
ÊLIH
Şaxa SES'a Êlihê li hemberî "Bernameya Vegera Tenduristiyê" şermezar bikin dest bi çalakiya kar berdanê kirin û li ber Nexweşxaneya Heremê ya Êlihê çalakî pêk anîn. Nûner û rêveberên Odeya Tabîban ya Êlihê, Şaxa Egîtîm Sen'ê, ÎHD û gelek kes piştgirî dan çalakiya karkerên tendustiyê. Li cihê çalakiyê pankartên li ser "Ev kargeh di grêvê de ye!" û "Em xizmetê dikin" hat vekirin. Çalakvanan bênavber dirûşmeyên wek "Em ê bi berxwedanê ser bikevin", "AKP ji bo tendûristiya mirovan re zerar e" berz kirin.
Hevserokê Odeya Tabîban a Êlihê Zulfîkar Cebe ewîl axifî û diyar kir ku di başa tenduristiyê de tundiyeke bêhempa tê meşandin. Lewra daxwaza me ew e ku hikûmet demildest ji pirsgirêkan re çareserî bibine.
Hevserokê Şaxa SES'ê ya Êlihê Mustafa Yurtsever jî anî ziman ku hikûmet her roj bi projeyên nû karê wan zehmet dike. Ger ku şert û mercên tenduristiyê zehmet bin gelo dê karek bi tendûrist çawan bidin meşandin. Yurtsever destnîşan kir ku şert û mercên ku têde dixebitin dişibe pergala koletiyê. Yurtsever bang li Wezareta Tenduristiyê kir ku bila dengê karkerên tenduristiyê bibihîse û daxwaza wan bi cih bine.
Çalakî bi gerandina govendê û çalakiya rûniştiyê berdewam kir.
DÊRSIM
Li Dêrsimê jî kedkarên tenduristiyê bi heman armancê ji Kolana Hunerê heya ber Midûriyeta Tenduristiyê ya bajar meş li dar xistin. Di meşê de dowzîên "Em ji bo ximzeta tenduristiyê ya zimanê zikamkî di girevê de ne" hatin hilgirtin. DBP, HDP, ESP û gelek welatî jî tevlî meşê bûn. Piştî meşê Serokê Şaxa SES'ê yê Dêrsîmê Azad Gundercî daxuyanî xwend û diyar kir ku ji bo tenduristiya gel ji bîlî beşên lezgînî ti hizmetê nakin.
AMED
Li Amedê jî bi heman armancê kedkarên tenduristiyê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Odeya Tabîban a Amedê Cengîz Gunay daxuyanî xwend û diyar kir ku kedkarên tenduristiyê di şertên gelek dijwar de dixebitin.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî bi heman armancê kedkarên tenduristiyê li Qada Basmaneyê hatin cem hev û pankarta "Em di grevê de ne" vekirin û ber bi Midûriyeta Tenduristiyê ve dest bi meşê kirin. Piştî meşê Serokê Şaxa Tabîbên Îzmîrê Suat Kaptaner daxuyanî da û diyar kir ku bi mehanin pirsgirêkên xwe tînin ziman lê pirsgirêkên wan nehatin çareserkirin.
BALIKESÎR
Li Balikesîrê jî bi heman armancê kedkarên tenduristiyê çalakî li dar xistin daxwaza mafên xwe kirin. Endamê Lijeneya Rêveber ê Şaxa SES'ê yê Balikesîrê Mehmet Karadag daxuyaniyên Wezîrê Tenduristiyê rexene kirin.
SEMSÛR
Li Semsûrê jî bi heman armancê kedkaran daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberê Odeya Tabîban a Semsûrê Alî Îhsan Gundogdu, daxuyanî xwend û diyar kir ku mafên kedkarên tenduristiyê tên binpêkirin.
KUTAHYA
Li Kutahyayê jî bi heman armancê daxuyanî hat dayîn. Kedkarên tenduristiyê li ber avahiya SES'ê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerê Sendîkayê Celal Ayyildiz daxuyanî xwend.
MANÎSA
Li Manîsayê jî kedkarên tenduristiyê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Manîsayê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Odeya Tabîban Derya Pekbiyik daxuyanî xwend û diyar kir ku daxuyaniyên Wezîrê Tenduristiyê bê wate ne.
AFYON
Li Afyonê jî bi heman armancê kedkarên tenduristiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberê SES'ê yê Afyonê Hasan Dîşyar xwest ku pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê bên çareserkirin.
AYDIN
Li Aydinê jî bi heman armancê kedkaran li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Aydinê daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Şaxa SES'ê ya Aydinê Şukran Tezercî daxuyanî xwende û daxwazên kedkaran anîn ziman.
XERPÊT
Li Xerpêtê jî kedkarên tendurîstiyê bi heman armancê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Harputê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê Şaxa SES'ê yê Xerpêtê Alî Erdem daxuyanî xwend û diyar kir ku şertên kedkarên tenduristiyê gelek giran in.
BAZÎD
Li navçeya Bazîdê jî bi heman armancê kedkarên tenduristiyê çalakî li dar xistin. Kedkarên tenduristiyê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê.
QOSER
Li Qoserê jî bi hemaran armancê kedkarên tenduristiyê li ber Nexweşxaneya Dewletêya Qiserê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de têkildarî mijdarê de dirûşme hatin berzkirin.
WAN
Li Wanê jî bi heman armancê kedkarên tenduristiyê li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka Şaxa SES'ê Kezban Karakuş diyar kir ku ji bilî beşên lezgînî dest ji kar berdane.
ÎDIR
Li Îdirê jî bi heman armancê kedkarên tenduristiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnera SES'ê ya Îdîrê Ozge Arslan diyar kir ku kedkarên tenduristiyê di şertên gelek dijwar de dijîn.
GIMGIM
Li Gimgimê jî kedkarên tenduristiyê li ber Kargeriya Şaredariyê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê.
GEVER
Li Geverê jî bi heman armancê kedkarên tenduristiyê li ber Nexweşxaneya Dewletê yê Geverê daxuyanî dan çapemeniyê.
RIHA
Li Rihayê jî bi heman armancê kedkarên tenduristiyê li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Harranê hatin cem hev û meş li dar xistin. Meş heya Qada Topçular berdewam kir. Piştî meşê Prof. Cemalettîn Dost Zeyrek daxuyanî xwend û diyar kir ku pirsgirêkên kedkaran giran in.