Altûn li Stenbolê hat oxirkirin

Şervanê MLKP’ê Erkan Altûn (Komunîst Nefer) ê ku di 11’ê Cotmeha 2014’an li Kobanê jiyana xwe ji dest da bi tîlîlî û dirûşman hat oxirkirin.

Şervanê MLKP’ê Erkan Altûn (Komunîst Nefer) ê ku di 11’ê Cotmeha 2014’an li Kobanê jiyana xwe ji dest da bi tîlîlî û dirûşman hat oxirkirin.

Şervanê MLKP’ê Erkan Altûn (Komunîst Nefer) ê ku di 11'ê Cotmeha 2014’an li Kobanê di pevçûna di navbera şervanên YPG û çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Cemxaneya Sarigaziyê bi merasîmekê hat oxirkirin. Serokê YAKAY-DER’ê Velat Demîr, Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy, rêveberê HDP’ê yê Stenbolê Riza Taşdelen, malbatê Mustafa Can Şeker ê ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da û endamên HDP’ê û gelek welatî tevlî merasîma ku li Cemxaneya Sarigaziya Sancaktepeyê hate lidarxistin bûn. Darbesta Altun bi ala kesk, sor û zer û bi qurnefîlan hat xemilandin. Di merasîmê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêzgirtin hat girtin.

Birayê Altun Alî Hidir Altun li vir axaftinek kir û wiha got: “Ez bejna xwe li ber şehîdan ditewînim. Hezar silav ji bo kesên li Kobanê şêr dikin.” Piştî birayê Altun, Hevseroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy axivî û diyar kir ku sterkekî din ji nav wan firiyaye. Ulusoy anî ziman ku dîrok xwedî derketina berxwedana Kobanê pêwîst dike û wiha direjî da axaftina xwe: “Kesên ku berxwedana Kobanê nebinin nikarin qala şoreşgerî, sosyalîzm û ji komunînsbûnê bikin.” Ulusoy derbirî ku ew ê Altûn ji bîr nekin û bi gotina “Rêheval Erkan hevalên tê yên têkoşînê qet te ji bîr nakin. Tu dê her tim bi me re bî, em ê ehr tim bi te re bin” axaftina xwe bi dawî kir.

Rêveberê HDP’ê yê bajarê Stenbolê Riza Taşdelen ji axivî diyar kir ku ew bi Altûn rêhevalên zarokatiye ne û bihevre ji ava Mûnzûrê vexwarine. Taşdelen bilêv kir ku ew ê xwedî li têkoşîna Altun derkevin û wiha got: “Em sonda xwedî derketina ala ku Erkan û hevalên wî hilgirtin didin. Gotinên me nû dest pê dike.” Piştî axaftina Taşdelen nameya ku şervanê MLKP’ê Ozgur Aras ê li Kobanê şer dike ji Altun rê nivîsî hat xwendin.

Piştî merasîmê girseyê derbesta Altûn hilgirtin û heta lojmanên leşkeriyê yên li kolana Baharê meşiyan. Di meşe de pankarta “Erkan Altun nemir e”, alên PKK, YPG û weneyên Altûn û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên “şehîd namirin”, “Bijî berxwedana YPG” û “Hezar silav ji kesên li Kobanê li ber xwe didin” hatin berzkirin.

Piştî meşê cenazeyê Altûn li Goristana Ihlamurkuyuya li Duduluyê hat definkirin.