Hilbijêrên li Bern û derdora wê dijîn wê bêjin ‘HDP’
Ji xebatkarên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Hoca diyar kir ku wê di 7’ê Hezîranê de ji hilbijêrên Ewropayê ji bo HDP’ê piştgiriyeke mezin be.
Ji xebatkarên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Hoca diyar kir ku wê di 7’ê Hezîranê de ji hilbijêrên Ewropayê ji bo HDP’ê piştgiriyeke mezin be.
Ji xebatkarên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Hoca diyar kir ku wê di 7’ê Hezîranê de ji hilbijêrên Ewropayê ji bo HDP’ê piştgiriyeke mezin bê û got: “Gelan bi mehan berê tercîha xwe li alî HDP’ê kirine. Bi her malbat û esnafên ku em çûn serdana wan re me bandora ku HDP’ê li ser wan kiriye dît.” Hoca bi lêv kir ku di çarçoveya xebatên qeydkirina hilbijêran de xwe gihandine 5 hezar hilbijêrî û got: “Her kes ji bo ku xwe di Meclîsê de bibîne divê biçe ser sindoqê û dengan bide HDP’ê.”
Bi armanca piştgiriya HDP’ê ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tê li bajarê Bern, Lozan, Cenevre, Frîbourg, Neuchatel a Swîsreyê rêxistinê girseya demokratîk hatin gel hev, komîsyonên hilbijartinê ava kirin û xebatên xwe dimeşînin.
LI 5 BAJARAN KOMÎSYONA HILBIJARTINÊ
Xebatkarê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Hanîfî Hoca der barê xebatên hilbijartinê yên herêma Bernê de agahî da û got ku ev demeke dirêj e li bajarê Bern, Lozan, Cenevre, Fribourg, Neuchatel li her qadê bi hevkariya hêzên demokratîk komîsyon hatine avakirin û xebat tên meşandin. Hoca bi lêv kir ku ligel saziyên ku di nava Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsreyê de ne, Komeleyên Elewî û aliyên cuda jî piştgiriyê didin wan. Hoca wiha berdewam kir: “Navendên Civaka Kurd a Demokratîk û komeleyên rêxistinên din jî wek buroya hilbijartinê ya HDP’ê dixebitin û di mijara hewcedariyan de hilbijêr dikarin ji van saziyan piştgiriyê bigirin.
HEDEF HERÎ KÊM 8 HEZAR E
Hoca di berdewamiya axaftina xwe de got ku dema xebatan destpê kiriye hedefa wan herî kêm 8 hezar bû û got: “Piştî xebat pêş ketin û eleqeya ji bo HDP’ê me dît, hat dîtin ku hedefa me gelek kêm e. Heta niha me di çarçoveya xebatên qeydkirinê de xwe gihand 5 hezar hilbijêrî.”
ME BANDORA HDP’Ê DÎT
Hoca bi lêv kir ku 5 hezar hilbijêrî tercîha xwe li alî HDP’ê kiriye û got: “Me di xebatên xwe de ev dît; Gel bi mehan berê tercîha xwe ji bo HDP’ê kiriye. Her malbat û esnafên ku em çûn gel wan me bandora HDP’ê ya li ser wan dît. Her hilbijêr xwe wek xebatkarê HDP’ê dibîne û dixebite. Kesên berê tercîha xwe ji bo partiyên din dikir, vê carê li alî HDP’ê kirin.”
DIVÊ HER KES JI BO XWE DENGAN BIDE
Hoca bang li hemû hilbijêrên li Ewropayê dijîn kir û got: “Her dengek ku li Ewropayê ji bo HDP’ê tê dayîn gelek girînge. Divê her kes bi hêviya jiyaneke nû biçe ser sindoqê. Her kesê ku hebûna wan tine tê hesibandin û bindestin ji bo xwe li Meclîsê bibînin divê biçin ser sindoqê û dengên xwe bidin HDP’ê.”