Li Celle buroya hilbijartinê hat vekirin

Li bajarê Celle yê Elmanya buroya hilbijartinê ya HDP’ê hat vekirin.

Li bajarê Celle yê Elmanya buroya hilbijartinê ya HDP’ê hat vekirin.

Ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, xebatên Kurdistaniyan û demokratên Tirkiyeyî yên li Ewropayê bi hemû leza xwe didome. Li bajarê Celle yê Elmanya buroya hilbijartinê ya HDP’ê hat vekirin.

Nezî 150 kes beşdarî vekirina buroyê bûn. Di vekirina buroyê ya bi coş, siyasetmedarê Kurd Xebat Siwêreg axaftinek kir. Siwêreg diyar kir ku her dengê ji derveyî welêt bê dayîn wê kevirekî ji benda hilbbijartinê bixîne.

Siwêreg bang li Kurdistanî, şoreşgerên Tirkiyeyî, demokrat û sosyalîstan kesên dilê wan ji bo mirovatiyê lê dide kir ku xwedî li HDP’ê derkevin.

Siwêreg, ji bo vekirina buroya hilbijartinê ya HDP’ê ku 11’ê Adarê roja Çarşemê wê li Hannover Georgeplatz Hejmar 5 saet 17:00’an bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.