Ji bo Berkîn Elvan li gelek navendan çalakî HAT NÛKIRIN
Li Enqere, Edene û Îzmîrê di salvegera qetilkirina Berkîn Elvan de çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku tevî failên Elvan tên zanîn jî hê ti doz nehatine vekirin.
Li Enqere, Edene û Îzmîrê di salvegera qetilkirina Berkîn Elvan de çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku tevî failên Elvan tên zanîn jî hê ti doz nehatine vekirin.
Li Enqere, Edene û Îzmîrê di salvegera qetilkirina Berkîn Elvan de çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku tevî failên Elvan tên zanîn jî hê ti doz nehatine vekirin.
ENQERE
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem li ber Adliye ya Enqereyê ji bo Berkîn Elvanê ku di berxwedana Gezî de dema ku diçû nan bikire ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzeran pankarta "Em kujeran û yên ku ev ferman dane jî nasdikin. Ji bo Berkîn edalet dixwazin" vekirin û dirûşmeyên "Polîs dikuje dadgeh diparêze" û "Kujer dewlet dê hesap bide" berz kirin. Parêzer Evîn Koru ya ku li ser navê parêzeran daxuyanî xwend ragihand Tirkiye welateke ku di kolanekî teng de bombeya gazê li zarokekî biçûk xistin û ji serê xwe birîndar bû di roja 269'de ket 16 kiloyan û jiyan xwe ji dest daye ye.” Koru diyar kir ku roja Berkîn ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin heta niha tu tişt derneketiye holê û bi gotina “Dewlet dikuje, dewlet diparêze” nerazîbûna xwe anî ziman.
Desteya Rêveber a KESK’ê ji bo Berkîn Elvan ê di berxwedana Geziyê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya KESK’ê de wiha hate gotin: “Li ser Berkîn ê kum e di dema berxwedana Geziyê de oxir kir cem Alî Îsmaîl Korkmaz, Ethem Sarisuluk, Abdulah comert, Mehmet Ayvalitaş, Ahmet Atakan û Medenî Yildirim salek derbas bû.” Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê xwedî li hêvî û nanê ku Berfîn hiştiye
derkevin.
EDENE
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Edene jî bi heman armancê li ber Edliyeya Edeneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzeran pankarta "Em wisa bimirin ji we zarokan re mirin nemîne, Berkîn Elvan nemir e" vekirin û dirûşmeyên "Qatîl dewlet dê hesabê bide" û "Berkîn Elvan şitilekî 15 salî bû" berz kirin. Serokê Şaxa ÇHD'ê Sefa Aydogan daxuyanî xwend û diyar kir ku di rojên "paketa ewlehiyê" tê nirxandin Berkîn Evlan bibîrtînin. Aydogan anî ziman ku di lêpirsîna Berkîn Elvan de ligel kiryar diyar in doz nehatiye vekirin.
Piştî daxuyaniyê rêzgirtin pêk hat.
ÎZMÎR
ÇHD, OHD, ÇAG û ÎHD têkildarî mirina Berkîn Elvan li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek kesan jî piştgirî dan çalakiyê. Prz. Eylem Yildiz daxuyanî xwend û diyar kir ku ji bo zarok li nava kolanan neyên qetilkirin li dijî paketa ewlehiyê derdikevin û "Paketa ewlehiyê" li dijî demokrasiyê ye.
Platforma Demokrasî ya Narlidere jî bi armanca şermezarkirina biryara Qeymeqamê Narlider a navê" Kolana Berkîn Elvan" red kir di ketina kolana Berkîn Elvan de daxuyanî da çapemeniyê. Serokê 6'emîn Şaxa Egîtîm Senê Îdîl Ugurlu daxuyanî xwend û diyar kir ku ligel bi ser mirina Berkîn Elvan de salek derbasbû hêj tu pêşketin çênebûye.
Xwendekarên Zanîngeha Egeyê jî bi heman armancê li kampusa Fakulteya Wêjeyê hatin cem hev û xwestin meşekê li dar bixin. Dema xwendekaran dest bi meşê kir rastî astengiya polîsan hatin û derbasî ber xwaringehê bûn. Polîsan destûr nedan xwendekar bi meşin. Xwendekaran li ber xwaringehê Berkîn Elvan bîr anîn.
STENBOL
Li Stenbolê girseya dixwest ji Çekmekoy ber bi Okmeydani bimeşe rastî êrîşa polîsan a bi gaza îsotan û ava şid hat.
Komeke ku li Taksîmê jî kom bû, boyax bi ser derenceyên Parka Gezî de dakirin û çalakî li dar xistin. Koma pankart vekir rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan 10 kes bin çav kirin.
ERZIROM
Endamên DEV-GENÇ'ê yên zanîngehên Ataturk û Teknîkê yên Erzirumê dixwînin jî bi heman armancê xwestin li Kampusa Zanîngeha Ataturkê bernameya bîranînê li dar bixin. Komeke ulkucuyan êrîş li birînanê kir. Bi êrîşa ulkucuyan polîsan êrîş li xwendekaran kir û endamên DEV-GENÇ'ê binçav kirin.
Hate hînbûn ku xwendekarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Erzirumê.
DÊRSIM
Li Dêrsimê xwendekarên welatparêz ên lîseyê dane sibehê li ber dibistanan bi dirûşma, “Berkîn Elvan şitleke di 15 saliya xwe de” hatin gel hev û ber bi Qada Seyîd Riza meşiyan. Xwendekarên welatparêz ên lîseyê dibistan boykot kirin.