Zarokê bi navê Berkîn Elvan ê dema di bûyerên Geziyê yên li Stenbolê de ji bo nan bikire derketibû ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin û piştî 269 rojan jiyana xwe ji dest da, li Enqereyê hate bîranîn û polîsan careke din êrîşîçalakiya bîranînê kirin.
Kesên ku li ber Bîrdariya Mafê Mirovahiyê yê li Cadeya Yuksel a Enqereyê li hev kom bûn, xwestin heta Guvenparkê bimeşin. Girse rastî êrîşa polîsan hat.
Polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî girseyê kirin û girseyê jî bersiv da êrîşa polîsan. Bûyer li taxên bajêr berdewam dikin û polîsan rêyên Konur û Yuksel girtin.