HDP’ê, ji bo bi mîlyonan xizanan bang li Meclîsê kir

HDP’ê ji bo nirxandina şert û mercên mirovên di bin sînorê birçîbûn û xizaniyê de dijîn bang li Meclîsê kir. Balûken ê têkildarî mijarê daxwaza hevdîtina giştî kir got ku 50 mîlyon mirov di bin sînorê birçîbûn û xizaniyê de dijîn.

Serokwekîlê Koma HDP’ê û Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken di daxwaznameya ku da Serokatiya Meclîsê de xwest ji bo bi her awayî şert û mercên mîlyonan mirovên di bin sînorê birçîbûn û xizaniyê de dijîn bên nirxandin Hevdîtina Giştî pêk were.

'KARKER, MEMÛR, TEQAWÎT, ESNAF, COTKAR BIRÇÎ Û XIZAN IN'

Balûken, di beşa sedema daxwaza xwe de ev agahî da: "50 mîlyon welatiyên me, di bin sînorê birçîbûn û xizaniyê de dijîn. Heqdestê asgarî 949 TL, meaşê memûr 2 hezar û 114 lîra hatiye diyarkirin.  Li gor daneyên sendîkayên kedê, ji Sibata buhrî ve sînorê birçîbûnê 1.307 TL ye, sînorê xizaniyê 4.259 TL hatiye diyarkirin. Di vê rewşê de 19 mîlyon û 482 hezar bi sîgortaya aktîf, 10 mîlyon û 795 hezar bi sîgortaya pasîf, 1 mîlyon û 783 hezar kesên teqawît di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. 3 mîlyon û 196 hezar memûr û zêdetirî 20 mîlyon esnaf, cotkar di bin sînorê xizaniyê de jiyana xwe didomînin."