Ji rêxistinên jinan ji bo cenazeyê Hoffmann banga tevlîbûnê

SKB, TJK-E, Tevgera Jinan a Suryanî û Jina Nû, ji bo merasîma cenaze û bîranînê ya ji bo Şervana MLKP’ê şoreşgera enternasyonalîst Ivana Hoffmann wê 14’ê Sibatê Sibatê roja Şemiyê li Duisburg Hamborn Rathaus bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.

SKB (Yekîtiya Jinên Sosyalîst), TJK-E (Tevgera Jinan a Kurd a Ewropa), Jina Nû, Tevgera Jinan a Suryanî bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku şoreşgera enternasyonalîst a Elman û bi eslê xwe Afrîkayî Ivana Hoffmann, jiyana li Ewropayê bi pişta xwe destê xwe paşde avêtiye, di oxira têkoşîna azadiya gelê Kurd de li Rojava jiyana xwe ji dest daye.

Di dawiya daxuyaniyê de banga tevlîbûnê ku hat kirin wiha hat gotin, “Ji bo merasîma cenaze û bîranînê ya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî wê beşdar bibin, em bang li tevayî jin, gel û dostên me dikin”

Merasîma cenaze û bîranînê, 14’ê Adara 2015’an roja Şemiyê saet 13:00’an li Hamborn Rathaus / Duisburg wê pêk bê.