Ji Rûm û Tirkên Qibrisî li hember santrala nukleerî ya Akkûyû bertek

Platforma Dijberî Nukleerê ya Qibris, qezayên nukleerî yên demên berê bibîr xist û li hember çêkirina santrala nukleerî ya Akkûyû nerazîbûn nîşan da.

Platforma Dijberî Nukleerê ya Qibris, qezayên nukleerî yên demên berê bibîr xist û li hember çêkirina santrala nukleerî ya Akkûyû nerazîbûn nîşan da.

Platforma Dijberî Nukleerê ya Qibris a ji aliyê Rûm û Tirkên Qibrisê hatiye avakirin, bi wesîleya salvegera karesata santrala nukleerî ya Fûkûşîma ya 11’ê Adara 2011’an piştî erdheja li Japonyayê pêk hat, civîneke çapemeniyê li dar xist.

'CÎHANÊ LI BER ÇAVAN RE DERBAS KIR, TIRKIYE PLANÊN XWE DIDOMÎNE'

Di daxuyaniya civînê de wiha hat gotin, "Piştî vê trajediyê, welatên pêşketî yên cîhanê, polîtîkayên xwe yên enerjiya nukleerî li ber çavan re derbas kirin. Lê belê plansazî û amadekariyên avakirina Santrala Nukllerî ya Akkûyû ku li peravên başûrê Tirkiyeyê ne bilez didomin. “

Endamên platformê gotin ku pêwîst e, plansaziya avakirina santrala nukleerî ya Akkûyû a Mersîn û dîsa plana bi heman rengî ya li Rojhilatê Derya Spî bên astengkirin.