Gazî hat bîranîn
Bi munasebeta 20'emîn salvegera komkujiya Gazî kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi meşekê hatin bîranîn.
Bi munasebeta 20'emîn salvegera komkujiya Gazî kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi meşekê hatin bîranîn.
Bi munasebeta 20'emîn salvegera komkujiya Gazî kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi meşekê hatin bîranîn. Piştî meşê hevberdevka HDK’ê Sabahat Tuncel axivî û diyarkir ku kesên ku têkoşîna wekhevî û azadiyê dimeşînin xwestin ku bi rêya qetlîman wan ceza bikin.
Di pêşengtiya HDP'ê bi munasebeta 20'emîn salvegera komkujiya Gazî ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi meşekê hatin bîranîn. Girseya ku li ber qereqola Gazî ya kevin hatin cem hev heya goristana Gazî meşiyan. Di meşê de Hevberdevka HDK’ê Sabahat Tuncel, hevseroka HDP’ê ya Stenbolê, Seroka ESP’ê Sultan Ulusoy, malbatên ku kesên jiyana xwe ji dest dane û gelek welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de pankartên "Ji Roboskî heya Gazî, ji Gazî heya Somayê em ê hesab bipirsîn". Dîsa di meşê de bi tim dirûşmên "Dewleta kujer wê hesab bide", "Şehîdên Gazî namirin" û "Bijî PKK" hatin berzkirin. Piştî girse gihişt goristanê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê Hevseroka HDP'ê ya Sultangaziyê Mewlûd Alkan daxuyanî xwend û diyar kir ku hêzên emperyalîst dixwestin li ser Kobanê plana ava bike û wiha got:" Ev plan jî ji aliyên şervanên YPG/YPJ'ê ve yek bi yek hatin pûçkirin. Em ê hesabên Gazî û hemû qetlîaman bixwazin."
'HIŞMENDIYA KOMKUJIYA GAZÎ Û ROBOSKÎ YEK E'
Piştî Alkan, Hevberdevka HDK’ê Sabahat Tuncel axivî û anî ziman ku ev 20 sal in ji bo komkujiya Gazî were zelal kriin em têdikoşin û wiha got:"Hêzên dagirker xwestin bi komkujiyê peyamek bide gelê Gazî. Kesên ku têkoşîna wekhevî û azadiyê dimeşînin xwestin ku bi rêya qetlîman wan ceza bikin. Ev komkujiya Gazî li dijî hemû mirovahiyê hatiye. Hişmendiya komkujiya Gazî û Roboskî yeke."
Tuncel li ser pêvoya çareseriyê jî rawestiya û xwest AKP li gorî ruhê pêvajoyê derkeve.
Piştî axaftinan girsê qûrnefîl danîn li ser gora kesên di komkujiya Gazî de jiyana xwe ji dest dan danîn.
Dîsa di heman çarçoveyê de Komeleya Pîr Sultan Abdal, Komeleya Hevbirên Rêxistina Hezîranê û Platforma 12'ê Adarê jî kesên di komkujiya Gazî de jiyana xwe ji dest dane bîranîn.