Li Dêrsimê li hember kana keviran têkoşîn

Li gundê Sînan ê girêdayî navenda Dêrsimê gundiyên ku destûr nedan kana keviran, ber bi qada kana keviran ve meşiyan ji bo makîneyên kar nexebitin bangawazî kirin.

Li gundê Sînan ê girêdayî navenda Dêrsimê gundiyên ku destûr nedan kana keviran, ber bi qada kana keviran meşiyan ji bo makîneyên kar nexebitin bangawazî kirin.

Gundiyan diyarkirin ku kana keviran bêdestûr tê çêkirin, niştecihên gund bi çandinî û sewalvaniyê debara xwe dikin û gotin, “Dema ev kana keviran bê vekirin, wê mirovên me zerarê bibînin. Sewalên me wê nekaribin li çêrgehan biçêrin. Wê wesayît bên û biçin, dibe ku mirov bên tacîzkirin. Ev ne karekî rojekê ye, wê bi salan bidome. Lewma em li hember vekirina kana keviran e."

Abdullah Guler ê li ser navê gundiyên Sînan jî mafê axaftinê wergirt got, “Eger kana keviran bê vekirin, wê sewalvanî û mêşvanî neyê kirin. Lewma em li gundê xwe kana keviran naxwazin. Tevî ku bi caran me ev kes hişyar kirin jî dixwazin xwezaya me texrîb bikin. Em û gundiyên li derdorê ji vê rewşê pir aciz in. Eger li vir kana keviran bê vekirin wê emsal be. Tê xwestin ku 80 kanên keviran bê vekirin. Em bang li tevayî gelê xwe yê hestyar dikin."