Şervana MLKP’ê ya enternasyonalîst Ivana Hoffmann a 7’ê Adarê li Temir di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da wê sibe li Duîsburg a Elmanya ber bi rêwîtiya dawî ve were oxirkirin.
Di daxuyaniya ji aliyê Komîteya Piştevaniyê ya Ivana Hoffmann hat gotin ku kar û barên merasîma cenaze û defnkirinê temam bûne. Hat diyarkirin ku ku çi meş çi jî amadekariyên merasîma cenaze temam bûne û wiha hat gotin, “Yekemîn lingê merasîma ku wek du bernameyan bê lidarxistin, merasîma cenaze sibe saet 1’ê bi meşa li Amtsgericht Hamborn wê destpê bike.”
Hat diyarkirin ku wê lingê duyemîn ê organîzasyonê jî merasîma bîranînê be.
Wê cenazeyê Hoffmann li rex leşkerên SSCB‘ê yên di Duyemîn Şerê Cîhanê de jiyana xwe ji dest dabûn bê defnkirin.