Dewlet vê malbatê dewlemend dibîne!
Li gundê Bahçedere yê navçeya Amed Pîranê, Nazîme (48) a ji aliyê mejî ve astengdar e û hevserê wê Mehmet Olmez (79) ê nikare rabe ser xwe, 3 jê astengdar bi 5 zarokên xwe re hewl didin bijîn.
Li gundê Bahçedere yê navçeya Amed Pîranê, Nazîme (48) a ji aliyê mejî ve astengdar e û hevserê wê Mehmet Olmez (79) ê nikare rabe ser xwe, 3 jê astengdar bi 5 zarokên xwe re hewl didin bijîn.
Li gundê Bahçedere yê navçeya Amed Pîranê, Nazîme (48) a ji aliyê mejî ve astengdar e û hevserê wê Mehmet Olmez (79) ê nikare rabe ser xwe, 3 jê astengdar bi 5 zarokên xwe re hewl didin bijîn. Ji bo alîkariya madî ji malbatê re, serî li saziyên pêwenîdar ên dewletê hat dayîn, lê belê ev daxwaza wan, bi hinceta ku erdekî hevpar ê 470 metrekareyî yê qîmeta wê ne 2 hezar lîreye, yê malbatê heye, hat redkirin.
Li gundê Bahçedere yê Pîranê, Nazîme a ji aliyê mejî ve astengdar û hevserê wê Mehmet Olmez, 4 jê keç tevî 5 zarokên xwe hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Li mala ku veguheriye çopê, ne televîzyon ne jî radyo heye. Li ser tejikên bi salane nehatine şuştin Fatmanûr (14), Nûrcan (12), Rahîme (10), Adem û Adalet (4) bi bavê xwe yê nikare rabe ser xwe û diya xwe ya ji aliyê mejî ve astengdar e, zivistan derbas kirin. Adem û Adalet li gorî xwişkên xwe yên din bi şens in. Ji ber ku xwişkên wan ên mezin, ji aliyê mejî ve xwedî astengiyan e.
Li malê, ji ber ku kesekî karibe xwarinê çêbike nîne, gundî li gorî derfetên xwe xwarinê ji malbatê re dişînin. Roja ku gundî xwarinê dişînin, zikê malbatê têr e. Roja xwarin nayê, dê-bav û zarokên wan bi birçî radizên.
BI XWEDÎKIRINÊ RE PIRSGIRÊKÊN WAN ÇARESER NABIN
Hevşaredarê Pîranê Abdulsamet Bîlgîn diyar kir ku piştî keyayê gund jê re qala rewşa malbatê kiriye, ew pê hesiya ye, çûye gund û jiyana malbatê dîtiye û got, "Bi keya re me malbat ziyaret kirin, lê belê li pêşberî rewşa ku em lê rast hatin, em matmayî man ku çi bikin. Dê 48 salî ye, bav 79. Dê ji aliyê mejî ve astengdar e û tevahiya rojê bi tena serê xwe derdikeve derveyî gund digere, dema dibe şev li malê vedigere. Bav ji xwe extiyar e. Li ser vê yekê lingê wî jî şikestiye û niha nikare rabe ser xwe. Me xwest alîkariya xwarinê û madî bikin. Lê em vê bikin jî kiyê ji wan re xwarinê çêbike? Di civîna bi amîrê û rayedarên navçeyê de min ev rewş anî ziman. Dema em çûn malê me bavê li erdê dît. Me xwest dê û zarokan ji gund bînin lê dîsa jî me nekarî hemûyan li hev bicivînin."
LI GORÎ DEWLETÊ MALBAT DEWLEMEND E
Bîlgîn ragihand ku malbatê daxwaza maeşê astengdaran li dewletê kiriye û got, "Malbat ji bo maeş an jî destekê serlêdanê dike, lê belê dema li gundê Ekîncîler ê 40 kîlometre dûrî Amedê erdekî ji 470 metrekareyî li ser navê dayika astengdar Nazîme Olmez xuya dike, ev daxwaz tê redkirin. Dema li gorî Qanûna nû ya Bajarê Mezin hemû gund bûn xwedî statuya taxê, gundê Ekîncîler jî bû taxeke navçeya Yenîşehîrê. Navçeya Yenîşehîr navçeya herî dewlemend a Amedê ye. Bi hinceta ku ev erdê hevpar li navçeya Yenîşehîrê ye ev biryar hatiye dayîn. Halbûkî eger mirov rabe vî erdî bifiroşe qîmetê wê ne 2 hezar lîre ye."
Keyayê gund Hasîp Aslan da xuyakirin ku wan rewş ji rayedarên herêmî re ragihandine lê belê heta niha encamek derneketiye holê. Keya Aslan anî ziman ku gundê li gorê derfetên xwe li malbatê dinêrin, lê belê ev çareserî nîne.
MELE: QET NEBE BILA ZAROKÊN MAYÎ RIZGAR BIKIN
Meleyê gund Tahîr Îpek ê zewaca Nazîme û Mehmet Olmez kir bal kişand rewşa xetere ya malbatê û diyar kir ku Mehmet Olmez ji ber extiyariyê ji bo lê binêre ji xwe re li hevserekê geriya ye û biryar daye bi Nazîme a ji aliyê mejî ve astengdar bizewice. Mele Îpek got, "Piştî zewicî zarok ji wan re çêbû. 3 ji zarokên wan ji aliyê mejî ve astendar in. Kurê wan ê 8 salî û keçeke 4 salî ne astengdar in. Lê belê jiyana li vî cihê ku mirov nikare jê re bêjin mal e, bi tirs û fikar im ku aqûbeta van jî wê bibe mîna ya xwişkên xwe."
EM NIZANIN EM Ê ÇI BIKIN
Mele Tahîr Îpek ragihand ku gundî heta niha car carna xwarinê ji malbatê re dişîne û got, "Êdî rewşa gundiyan baş nîne ku alîkariyê bide. Kes ji aliyê madî ve alîkariyê nade. Gund ji xwe gundekî xizan e. Ne sewalkarî heye ne jî erdekî were çandin. Ciwan diçin bajarên rojava, ji bo emelîtiyê bikin.
Beriya çend rojan Muftiyê Navçeya Pîranê li min geriya û ji min pirsî ku malbateke bi vî rengî heye yan na. Min agahî da wî, lê ti encam jê nehat. Bav nikare rabe ser piyan, 5 zarok hene, dê astengdar e. Bav du sê mehan carekê maeşê extiyarê digire. Lê belê li malê kesek nîne ku karibe xwarinê çêbike, li zarokan binêre. Keça wan a herî mezin ji aliyê mejî ve astengdar e. Zarokên din jî biçûk in. Em nizanin em ê çi bikin."