‘Hikûmet dixwaze çavkaniyên debarê yên Kurdan biqedîne'
Parlamenterê HDP’ê Aksoy, bal kişand ser mijara mafê birîn û anîna alavan a ji rayeya Deriyê Gumrikê yê Gurbûlak hatiye derxistin û got ku ev cudakarî ye.

Parlamenterê HDP’ê yê Agirî Halîl Aksoy der barê mijara mafê birîn û anîna alavan a ji rayeya Deriyê Gumrikê yê Gurbûlak hatiye derxistin, pêşnûmepirsek da Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Nûrettîn Canîklî.
Parlamenterê HDP'ê Aksoy ev pirs ji Wezîr Canîklî pirsîn:
'ÇIMA BI TAYBET HERÊMÊN KURD LÊ NE?'
"Ev rayeya ku bi taybet li deriyên sînor ên nêzî hev in hatiye dayîn, çima ji bo deriyên gumrikê yên li herêmên Kurdan nehatiye dayîn?
Ev biryara parçeker û aşkera cotstandart e, di nav gel de rê li ber veqetîna hestyar a çawa vekiriye hatiye hesapkirin? Wek hikûmet we encamên wê girtine ber çavan?
Bi vê biryarê re zerara gel a TIR’ên wn li deriyê sînor tên rawestandin û her roj li ser dovîzan mehkûmî dayîna pereyan tên kirin wê çawa çareser bibe?”