Li Hannover Buroya Piştevaniyê ya bi HDP’ê re hat vekirin
Hevseroka NAV-DEM’ê Koç a di vekirina Buroya Piştevaniyê ya bi HDP’ê re ya li Hannover de axivî got, "Divê mirov hilbijartinan bi asta derbaskirin an jî nederbaskirina bendê re negire dest."
Hevseroka NAV-DEM’ê Koç a di vekirina Buroya Piştevaniyê ya bi HDP’ê re ya li Hannover de axivî got, "Divê mirov hilbijartinan bi asta derbaskirin an jî nederbaskirina bendê re negire dest."
Hevseroka NAV-DEM’ê Koç a di vekirina Buroya Piştevaniyê ya bi HDP’ê re ya li Hannover de axivî got, "Divê mirov hilbijartinan bi asta derbaskirin an jî nederbaskirina bendê re negire dest. Divê bi armanca hedefgirtina guhertina bi paradîgmayeke li Tirkiye û Kurdistanê re bixebite.”
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Buroya Piştevaniya bi HDP’ê re hat vekirin.
Di vekirina buroyê de ku saziyên Kurdistanî ûTirkiyeyî amade bûn, li ser navê Komîsyona Hibijartinê ya HDP’ê Naîl Guneş got ku heta niha 200 kesan xebat bi rê ve dibirin û xwe gihandine gelek beşên cuda.
KOÇ: DIVÊ BI HEDEFA GUHERTINA PARADÎGMAYÊ RE XEBAT BÊN MEŞANDIN
Hevseroka NAV-DEM’ê Yuksel Koç a tevlî vekirinê bû, got ku pêwîst e di serî de li Elmanyayê li giştî Ewropayê xebateke cidî ya hibijartinan bê meşandin û bang li kesên li Ewropayê kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê. Koç got, got, "Divê mirov hilbijartinan bi asta derbaskirin an jî nederbaskirina bendê re negire dest. Divê bi armanca hedefgirtina guhertina bi paradîgmayeke li Tirkiye û Kurdistanê re bixebite.”
Di axaftinên li ser navê ATÎF û DÎDF’ê jî hat gotin ku mîna di mînaka Kobanê de divê di hilbijartinan de têkoşîneke hevpar esas were girtin.
Buroya Piştevaniya bi HDP’ê re het rojên hefteyê saet di navbera 11.00 û 18.00’an wê xizmetê bide gel.