Kûlîng Sevîlgen di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da

Girtiyê bi navê Kûlîng Sevîlgen ê sala 2012’an ji Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Sêrtê sirgûnî Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa Ta Bandirma hat kirin di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê bi navê Kûlîng Sevîlgen ê sala 2012’an ji Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Sêrtê sirgûnî Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa Ta Bandirma hat kirin di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Kûlîng Sevîlgen ê di sala 1957’an de hat dinyayê û bavê 7 zarokan e, dadgehê 37 sal lê birîbû. Girtiyê siyasî Sevîlgen ê nêzî 20 sal in di girtîgehê de ye li  Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T a Bandirma di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Sevîlgen ê ji ber krîza dil bi Serwîsa Lezgîn a 112 ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikesîr, cenazeyê Sevîlgen ji bo otopsiyê li nexweşxaneyê tê rawestandin. Hat ragihandin ku wê cenaze piştî otopsiyê bibin Mersînê.

Sevîlgen demeke dirêj bi girtiyê nexweş Salih Tûrgût re bibû alîkar.