Li Swêd Suryanî û Kurdan DAIŞ protesto kirin

Li bajarê Helsingborg ê Swêd Asûrî-Suryanî-Keldanî û Kurd derketin qadan û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Asûriyên li Rojava-Gozarto protesto kirin.

Li bajarê Helsingborg ê Swêd Asûrî-Suryanî-Keldanî û Kurd derketin qadan û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Asûriyên li Rojava-Gozarto protesto kirin.

Xwepêşandana bi banga Komeleya Asûrî-Suryanî û Komeleya Jinan a Kurd, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şervanên Kurd û Suryanî yên li Rojava jiyana xwe ji dest dan destpê kir. Bi sedan kesên paşê dest bi meşê kirin, ligel alên Kurd, Asûrî, Suryanî, posterên Rêberê Gelê Kurd Ocalan rakirin, dirûşmên çeteyên DAIŞ’ê şermezar dikin gotin.

Di axaftinên li ser navê Komeleya Asûrî-Suryanî û Komeleya Jinan a Kurd de, hat diyarkirin ku Tirkiye hê jî piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ’ê. Axaftvanan dan xuyakirin ku li Sûriye, Iraq û Rojava çeteyên DAIŞ’ê êrîşî netewe û olan dike, mîrasa çandî ya hezar salan ji holê radike. Axaftvanan bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kirin ku bikevin nav tevgerê.

Xwepêşanderan pankart û dovîzên ku êrîş û komkujiyên li hember Suryaniyên li Xabûr û Hesekê şermezar dikin, alên PKK, PYD, YPG û YPJ’ê hilgirtin.