Li Tambov bîranîna şehîdên Qamişlo

Li bajarê Tambov ê Rûsya jinên Kurd ên li dîasporayê dijîn şehîdên Komkujiya Qamişlo bibîr anîn

Li bajarê Tambov ê Rûsya jinên Kurd ên li dîasporayê dijîn şehîdên Komkujiya Qamişlo bibîr anîn

Li bajarê Tambov ê Rûsya jinên Kurd ên li dîasporayê dijîn şehîdên Komkujiya Qamişlo bibîr anîn, komkujî şermezar kirin.  Di axaftinên civînê de hat got ku ev rojeke reş e ku hewl dane gelê Kurd qetil bikin. Hat gotin salên dirêj e rejîma Baas a Sûriyeyê li hember gelê Kurd zordariyan dike. Di axaftinan de bang hat kirin ku divê gelê û taybet jina Kurd rola xwe ya di şoreşa rizgariya Kurdistanê de bilîze da ku careke din komkujiyên mîna yên Qamişlo rû nedin.