Li Sirtkoy û Aydinê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

Pîrozbahiyên 8’ê Adarê li Hezex û Aydinê dewam kirin

Pîrozbahiyên 8’ê Adarê li Hezex û Aydinê dewam kirin

Bi sedan jinên di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê di şahiya bajaroka Deştadarê ya navçeya Hezexa Şirnexê de hatin cem. Di şahiyê de dîmenên rengareng derketin holê.

Bi sedan jinên di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê di şahiya bajaroka Deştadarê ya navçeya Hezexa Şirnexê hatin cem bi, bi çoşekê 8'ê Adarê pîroz kirin. Di şahiyê de hevserokên HDP, BDP yên bajaroka Deştadarê, hevşaredarên jin yên Qoser, Dergûlê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan jin tevlî şahiyê bûn.

Jin bi çil û bergên xwe yên gelerî tevlî şahiyê bûn, li qada şahiyê alên KJA, YPJ, KCK'ê û wêneyên sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz yên li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin. Di şahiyê de ji bo hemû jinan qûrnefîl hatin belav kirin. Di şahiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî Koma girêdayî Navenda Çanda Mem û Zîn a Sorxwîn derket ser dikê jinan govend gerand. Di şahiyê de çoşa jinan di asta herî jor de bû. Di şahiyê de Hevşaredara Deştadarê Evîn Igdi axivî û diyar kir ku ev mînakek a têkoşîna jinên Kurd û tevahî jinên cîhanê ye û anî ziman ku heya dawiyê em ê şopdarên wan kesên ku em anîn vê astê bin û doza wan bilind bikin.

Piştî axaftina Hevaşaredara Deştadarê Igdi, şahî bi klamên jinên dengbêj ên girêdayî Navenda Çanda Silopiya dewam kir. Piştî jinên dengbêj komên herêmî derketin ser dikê jin coşandin.

LI AYDINÊ JI XWENDEKARAN PÎROZBAHIYA 8’Ê ADARÊ

Xwendekarên jin ên li Zanîngeha Adnan Menderes a Aydinê dixwînin 8’ê Adarê pîroz kirin. Gelek xwendekarên li ber kampûsê kom bûn bi pankart û dirûşman ber bi Kampusa Navend meşiyan. Jinên li li vir 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn, paşê daxuyanî dan.

Çalakî bi skeç û govendê bi dawî bû.