'Xwedîderketina li şoreşa Rojava wezîfeya me ya esasî ye'
Çalakiyên 8’ê Adarê yên hefteyeke li Londrayê didomin duh bi panel û aktîvîteyeke çandî bi dawî bûn. Gelek kes beşdarî panel û aktîvîteya li Navenda Civaka Kurd a li Harîngey bûn.
Çalakiyên 8’ê Adarê yên hefteyeke li Londrayê didomin duh bi panel û aktîvîteyeke çandî bi dawî bûn. Gelek kes beşdarî panel û aktîvîteya li Navenda Civaka Kurd a li Harîngey bûn.
Çalakiyên 8’ê Adarê yên hefteyeke li Londrayê didomin duh bi panel û aktîvîteyeke çandî bi dawî bûn. Gelek kes beşdarî panel û aktîvîteya li Navenda Civaka Kurd a li Harîngey bûn.
Jinên bi kincên Kurdî roja Şemiyê tevlî meşa mezin a li navenda Londra bûn, roja Yekşemê jî aktîvîteyên xwe dewam kirin. Di panela ji aliyê platforma jinan a Londra ya 8’ê Adarê hat organîzekirin Berfin Hezil, Hatîce Guden û Ferîde Kûmbasar wek axaftvan beşdar bûn. Li ser maseya li pêşiya dikê, wêneyên şervanên jin û find hatin danîn. Di panela ku gelek jin û zilam beşdar bûn ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk hat.
Moderatoriya panela bi mijara “Ji Rojava ber bi Ewropa Berxwedana Jinan û Destketiyên wê” yek ji rêveberên Meclîsa Jinan a Roj Evrîm Yilmaz kir. Di panelê de axaftina yekemîn ji aliyê rojnameyan Berfîn Hêzil ve hat kirin. Hêzil bal kişand ser îradeya jinan a bi kantonên Rojava û bi taybet berxwedana Kobanê ket rojê û got, “Panzehîra çeteyên tarî yên wek DAIŞ’ê îradeya jinê ye. Di roja me de pergala baviksalar aşkera ye ku kapîtalîzm û emperyalîzm e.”
Hezil wiha dewam kir, “Wê jin li her qadê parastina xwe ya cewherî pêk bîne û têkoşîna xwe bigihîne serketinê. Eger DAIŞ li Rojhilata Navîn jehreke ku belav bûye, yekane panzehîra wê jina Kurd e. Di şexsê Arîn Mîrxan de ruhê ji azadiyê bawer dike mîna li Kobanê wê ji Rojhilata Navîn re wekhevî û azadiyê bîne.”
LI HEMBER ŞÎDETÊ TÊBIKOŞIN
Ferîde Kûmbasar Koordînatora ÎMECE ya xizmeta şêwirmendiya psîkolojîk û civakî li Londra dide jinan piştî agahiyên têkildarî pirsgirêkên ku jin pêre rû bi rû dimînin û bi taybet der barê şidetê de agahiyên bi detay vegotin, bang li jinan kir ku cudatiya xwe ferq bikin û li hember şîdetê têbikoşin.
‘XWEDÎDERKETINA LI ŞOREŞA ROJAVA WEZÎFEYA ME JINAN A ESASÎ YE’
Ji yekîtiya Jinên Sosyalîst Hatîce Guden jî bi bîranîna jinên di têkoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dane û ked dane dest bi axaftina xwe kir. Guden, di şexsê şervana jin a Elman a MLKP’yî Ivana Hoffman a hefteya buhrî jiyana xwe ji dest da 8’ê Adarê li tevayî jinan pîroz kir.
Guden, ji bo diyarkirina encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê jin dawetî wezîfeyê kir.
Guden di axaftina xwe de ev xisûs diyar kir: “Rojava di bin tehdîdê ye û ev tehdîd tenê ji DAIŞ’ê çavkaniya xwe nagire. Şoreşa Rojava ji bo tevayî gelên bindest bûye ronî û modelek. Ji ber vê jî wê Rojava bibe hedefa pergalên paşverû jî. Xwedîderketina li şoreşa Rojava bûye pêwîstiyek. Xwedîderketina li vê, yek ji wezîfeyên me yên esasî ye.”
Di aktîvîteya çandê piştî panelê de, sînevîzyona têkildarî rola jinan a di şoreşa Rojava de û lîstikên gelêrî cih girtin. Paula Darwish û Koma Zelal jî stran gotin. Şahî heta derengiya şevê dewam kir.