Li Duisburg xebatên hilbijartinê didomin

Di civîna li Duîsburg a Elmanyayê ku ji aliyê DKTM’ê ve hat lidarxistin, xebatên heta niha hatine meşandin hatin destgirtin û biryar hat girtin ku 26’ê Nîsanê şeva piştgiriya bi HDP’ê re bê lidarxistin.

Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM)’ê civîna hilbijartinê hat lidarxistin. Di civînê de Însiyatîfa Kurecîk, Komeleya Daricayiyan, AGÎF, ATIK, DÎDF, Frei Forum Duisburg, nûnerên ADHF û kesayetên serbixwe tevlî civînê bûn. Di civînê de xebatên têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin destgirtin.

XWE GIHANDIN 1200 HILBIJÊRAN

Nûnerê DKTM, bal kişand ser girîngiya dengên li Ewropayê, diyar kir ku ji bo qeydên hilbijêran çêbikin mal bi mal geriyane, kesên bê qeyd qeyd kirine û di encama xebata hefteyekê de xwe gihandine 1200 kesî.

ŞEVA PIŞTEVANIYA BI HDP’Ê RE

Di civînê de her wiha biryar hat girtin ku 26’ê Nîsanê şeva piştgiriya bi HDP’ê re bê lidarxistin.