Malbata Elvan li hember Wezareta Karên Hundir doz vekir

Malbata Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da li hember Wezareta Karên Hundir doza tazmînatê ya 1 mîlyon TL vekir.

Malbata Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da li hember Wezareta Karên Hundir doza tazmînatê ya 1 mîlyon TL vekir.

Malbata Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de bi bombeya gazê ya polîsan li Okmeydani ya Stenbolê jiyana xwe ji dest da, li hember Wezareta Karên Hundir doza tazmînatê ya 1 mîlyon TL vekir. Malbata Berkîn Elvan diyar kir ku têkildarî mirina zarokê wan, "rêveberî bi awayekî zêde bi qisûr e” û li hember Wezareta Karên Hundir doza tazmînatê ya madî û manewî ya 1 mîlyon TL vekir. Hat diyarkirin ku di daxwaznameya ji aliyê parêzerên malbatê ve ji Wezareta Karên Hundir re hatiye pêşkêşkirin, malbat ji tazmînatê zêdetir dixwaze rêveberî qisûra xwe qebûl bike û navê failên di bin banê xwe de bide.