Polîsan li Îzmîrê girt ser konê ji bo Hoffmann hatibû vedan

Polîsan li Îzmîrê girt ser konê taziyeyê yê ji bo şervana Elman Ivana Hoffman a li Rojava jiyana xwe ji dest da hat vedan. Di êrîşa polîsan de 11 kes hatin binçavkirin.

Polîsan li Îzmîrê girt ser konê taziyeyê yê ji bo şervana Elman Ivana Hoffman a li Rojava jiyana xwe ji dest da hat vedan. Di êrîşa polîsan de 11 kes hatin binçavkirin.

Li Cadeya Kibris Şehîtlerî ya Îzmîrê ji bo şervana Elman a MLKP’ê Ivana Hoffman ku ji aliyê ESP’yiyan konê taziyeyê hat vedan, polîsan êrîşî kon kirin.

KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN

Polîsan di êrîşê de endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Pinar Turk jî di nav de destê ESP’yiyan kelepçe kirin û binçav kirin.

Kesên hatine binçavkirin ev in: "Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Pinar Turk, endamên ESP'ê Denîz Bakir, Devrîm Gunduz, Ridvan Coşkun, Okan Yilmaz Karacan, Pinar Gayip, Medîne Ozmen, Firat Şeran, Seyîtcan Çakmak, Atîlla Dalkiliç û Koksal Yerdut."