Li Sbîryayê serê gurekî mezin berî 32 hezar salan hate dîtin

Li Yakutistanê ya dikeve Rojhilatê Sibîryayê serê gurekî mezin ê berî 32 hezar salan hate dîtin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Akademiya Zanistê ya Yakutistanê, Seriyê ku dişibe yê serê Mamudan ku bi kevil li ser, li ber qiraxê çemekê hatiye dîtin.

Seriyê gur ê ji aliyê keseke bi peya diçû ve hate dîtin, mejî û diranên wî hê saxlem bûn.

Seriyê ku radestî Akademiya Zanistê hate kirin, ji aliiyê paleontologên Rûsî û Jeponî ve hate lêkolînkirin. Mirovên zana, ragihandin ku seriyê gurekî ku beriya 32 hezar sal e ku bi navê Canîs Dîrûs tê pênasekirine.

Ev seriyê ku di çapeke 41,5 santîmetreyî de ye, di rewşa heyî de bi qasî nîva bedan gurekî ye. Di rewşa niha de bedena gur bi giştî di navbera 66 li gel 86 santîmetre de tê guhertin.

Akademiya Zanîstî ragihandin ku Canîs Dîrûs gurekî pir mezin e. Di daxuyaniya hate dayîn de hate gotin ku mejiyê gur saxlem e û hemû diranên wî jî hatine parastin. Hate ragihandin ku ev keşif sersûrman e. Akademiyê anî ziman ku çerm û kulavê heyî jî hatiye parastin.

Ji Akademikya Zanistî ya Yakûtistanê Albert Protopopov got: “Cara yekem ku bermayên gurekî ku ji çerxa Pleîstonsenê ku bi kevilê xwe ve parastî hatiye kefşkirin.

Protopopov bi domdarî got: “Ji bo bê ka çawa hatiye guhertin û bedena wî çawa bû, em ê bi gurên demê re bînin beramberî hev.”