Çînê moşeka barhilgir a herî mezin şand fezayê

Çînê, Moşeka Meşa Dirêj-5 ku weke moşeka barhilgir ya herî mezin tê nirxandin şand fezayê.

Çînê Moşeka Meja Dirêj-5 ku weke pekînera herî bihêz ya cîhanê tê dîtin li navenda Wechang ya girava Haînan li gorî saeta xwecihî 20:45’an şand fezayê.

Ev moşeka nifşê nû ku tê îdîakrin dostê derdor e û madeya toksîk di nava xwe de na hewîne sala 2020’an ji bo bernameya mîsyona Marsê gelek girîng tê dîtin.

Moşeka Meşa Dirêj wê li peyka telekomîsyona leşkerî ya navê Shîjîna-20 were bicih kirin.

Moşeka hatî şandin moşeka sêyemîn ya saziya fezayê ya netewî ya Çînê CNSA ye. Di sala 2017’an de bicihkirina Meşa Dirêj-5 li Shîjîan-18’ê bê encam (serneketî) mabû.