Zanyaran li laboratuwarê stêrik çêkirin

Zanyaran bi xurttirîn lazera cîhanê li laboratuwarê stêrikek çêkirin.

Zanayar bi ser ketin ku reaksyiona kelijînê ya di navbeyna du sîsikên helyûmê de çêbikin, ku li navenda Rojê ev reaksiyone çêdibe û 50 ji 100'î ya enerjiya wê dide.

Ev reaksiyon  bi lazera lêkolînê ya herî xurt a cîhanê NIF (Nation Ignition Facility) ku li herêma Livermore ya Kalîforniyayê hatiye danîn, ji nû ve hate hilberandin.

NIF panelêke wiha bi kar tîne ku ji 192 baqên xurt ên lazerê pêk tê. Ev hêz li odeyeke wiha ya bi çapa 10 metroyî ku dişibe grovekekê hatiye bicihkirin, bêyî ku li ser hedefekê bisekine, dema ku ji avahiyeke bi dirêjahiya 300 metroyî derbas dibe hê bêhtir berfireh dibe. Hedefa navborî pir bişçûk e, bi çapa 3 milîmetre ye, xareke biçûk e ku bi qasî mûyekî pora mirov stûr e.

192 lazer dema ku li hedefê asê dibin, şertên pir tîr û li navenda stêrikên pir germ çêdike û bi xwe de diteqe.

Ev fuzyon her çendî mîna kanaeke bêhempa a enerjiyê were dîtin jî mirovahî hê ne serdestî vê teknîkê ye.