Gemariya hewayê: Partîkûl heta bi plasentayê xwe digihînin

Li gorî lêkolîneke ku li Belçîkayê hatî kirin, qirêjiya hewayê dema ducanîbûnê partîkûlên ziyandar rasterast ji dê xwe digihîne zarokan.

Li gorî lêkolîneke ku di kovara Nature Communîcatîons de weşiyayî nexasim li bajaran hewaya gemarî ya karîger bi jinên ducanî re dikare bandora fetûsê bike. Di lêkolînê de hate destnîşankirin ku li plasentayan tenî heye, lê encameke teqez nehate bidestxistin ku parçeyên ziyandar (partîkûl) xwe digihînin heta bi fetûsê.

Di lêkolînê de hate dîtin, bi plasentayê re, ku plasenta ew organ e ku zarokên di zikê dê de lê têr dixwin, partîkûlen ziyandar ên di nav hewayê de hene û ev partîkûl îhtîmal heye ku ji plasentayê jî bibihurin û xwe bigihînin fetûsê. Ev jî tê wê maneyê ku gemariya hewayê ji qonaxa pêşî ya mirov ve bandorê li ser jiyana mirovan dikin.

Di lêkolînan de yên ku beriya niha hatine kirin hatibû destnîşankirin ku gemariya hewayê bandorê li ser ducaniyê dike. Li gorî vê gemariya hewayê dikare rê li ber zayina pêşwext an jî kîloya kêmî ya normal be.

Li gorî lêkolîna dawî partîkûlên ziyandar ên ku xwe digihînin kezeba dayikê dikarin xwe bigihînin plansentayê. Ev jî bi rêya herka xwînê çêdibe.