Metirsî meteorên mezin nîne, yên biçûk in
Meteorekî mezin ku di 10'ê Tebaxê de ji mesafeya bi 7.4 milyon kîlometreyî dûrî dinyayê derbas bû, heta sed saleke din wê li dinyayê nekeve. Lê belê metirsiya herî mezin meteorên kêmî 130 metreyî ne.
Meteorekî mezin ku di 10'ê Tebaxê de ji mesafeya bi 7.4 milyon kîlometreyî dûrî dinyayê derbas bû, heta sed saleke din wê li dinyayê nekeve. Lê belê metirsiya herî mezin meteorên kêmî 130 metreyî ne.
Yekemcar di sala 2006'an de ji aliyê çavdêriya Sîdîng Sprîng a li Awûstralyayê ve hatibû tespîtkirin û navê 2006 QQ23 lê hatibû kirin. Meteorê mezin ku tê texmînkirin ji 250 heta 570 metreyî fireh e, di kategoriya meteorên metirsîdar de hatibû bicihkirin.
Meteorê mezin di mehên Tebax û Îlonê yên sala 2006'an de ji bo demeke kurt hatibû şopandin. Di nava vê mehê de jî beriya ku derbas bibe hatibû şopandin. Lê belê van çavdêriyan ji bo fêhmkirina rêgeha vê sedsalê ya vî meteorî derfet neafirandibûn.
Çavdêriya ku bi alîkariya teleskopa Canada-France-Hawai (CFHT) ya li Girava Hawai vê salê hate kirin, der barê rêgeha meteorê mezin de hin detay ragihand. Li gorî vê yekê ne meteor 2006 QQ23 û ne jî derdora hezar 700 meteorên ji 140 metreyî mezintir in di nava sed salan de wê li dinyayê nekevin.
Li gorî nûçeya ku di malpera înternetê ya kovara Science Avenir de hate weşandin, metirsî meteorên mezin nînin, yên biçûk metirsîdar in. Meteor 2019 OK ku ji 60 heta 130 metreyî mezin bû di 25'ê Tîrmehê de bi qasî 72 hezar 500 kîlometreyî nêzî dinyayê bûbû. Dema ku ev mesafe li gorî pîvanên dûrahiyê yên zanistiya fezayê tê nirxandin weke mesafeyek bi qasî 'tayekî por' tê nirxandin.
Ew meteor tenê rojek beriya di ber dinyayê re derbas bibe hatibû tespîtkirin. Li gorî nirxandin eger meteorên di wê astê de li dinyayê bikeve wê devereke bi qasî bajarekî mezin tine bike. Tê gotin meteorên bi wî rengî ji aliyê sîstemên lêkolînên fezayî fe nayên tespîtkirin.